Ciwanên Kurd di ketina Strasbourgê de rê li wesayîtan girt

Ciwanên Kurd di ketina Strasbourgê de rê li wesayîtan girt

Xwepêşanda ku bi daxwaza ‘azadî ji Ocalan re’ li bajarê Strasbourg yê Fransayê pêk bê, ciwanên ku ji Parîsê hatin ji bo tevlî xwepêşandanê bibin, polîsan di ketina bajar de ciwan rawestandin û asteng kirin. Li ser vê yekê ciwana jî dest bi berxwedanê kir û rê ji trafîkê re girtin.

Bi boneya şermezarkirina yekemîn salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa ku ji aliyê tevgera ciwanên Kurd ve li bajarê Strasbourg yê Fransayê hatî organîzekirin, ciwanên ku ji Parîsê hatin xwestin tevlî meşê bibin ji aliyê polîsan ve li nêzî Strasbourgê hatin rawestandin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ciwanên ku di derengiya şevê de ji Parîsê derketin saet li dora 07.30’an de 20 kîlometre nêzî Strasbourgê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.

Ciwanekê agahî da ANF’ê û wiha got: “Polîs dixwaze lêgerîn li ser me pêk bîne û şûnde vegerîne. Lê niha ciwan li ber xwe didin. Li dijî lêgerînê derdikevin.” Bendewarî didome.

Piştî ku polîsan destûr neda ciwan derbas bibin, nêzî 45 ciwan saet di 09.00 de ji otobûsê peya bûn û rêyê wesayîtan girtin. Trafîka li ser rê bi temamî hatiye rawestandin, çalakiya ciwanên Kurd didome.

[10:35:27] Evdilayê Hacerê: jixwe ya din kurdiya wê hebû