Ciwanên Kurd ên li Ewropayê xwe ji bo meşa dirêj amade dikin
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê xwe ji bo meşa dirêj amade dikin
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê xwe ji bo meşa dirêj amade dikin
Meşa dirêj a ciwanên Kurd ku her sal li Ewropayê lidar dixe, îsal bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo, pirsîna hesabê Komkujiya Parîsê û ji bo parastina Rojava tu jî gavekê biavêje" tê lidarxistin. Di daxuyaniya Komîteya Amadekar a Meşa Ciwanan a Mezin de bang li tevahiya ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn hat kirin ku beşdarî meşê bibin.
Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatin wergirtin; meş dê di 17'ê Îlonê roja Sêşemê saet di 09.00 de paytexta Belçîka Brukselê destpê bike û roja yekemîn heta bajarê Leuvenê dewam bike. Di roja duyemîn de mê meş saet di 10.00'an de destpê bike û heta bajarê Tienenê dewam bike. Di roja sêyemîn de saet di 09.00 de meşê destpê bike û heta bajarê Heersê dewam bike. Ciwan dê di roja dawî yanî 20'ê Îlonê de ji bajarê Heersê heta bajarê Liege bimeşin.
Komîteya amadekar da xuyakirin ku meşa îsal xwedî girîngiyeke mezin e û bi gotina, di "saleke tijî rîsk û firsendên mezin" de em bang li tevahiya ciwanên Kurd ên li Ewropayê dikin da ku cihê xwe li nava refên meşê bigirin.
Komîteya Amadekar diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê û êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê ji bilî rêxistinbûyîn, berxwedan û serketinê tu rêyeke din danîne pêşiya ciwanên Kurd û daxuyaniya xwe bi vî rengî bi dawî kir:
"Ji bo em li dora Rêber Apo bicivin û hesabê komkujiya Parîsê bipirsin, pêwîste hemû ciwanên xwedî hesta berpirsyariyê û welatparêz ên Kurd, di meşê de cih bigirin. Mîna demên bihurî, vê gavê jî yekane sparteka yekane ya gelê me, ciwanên wê yên leheng in. Dem dema rawestîn û temaşekirinê nîne, dema tevger, rêxistinbûyîn û çalakiyan e. Em bang li tevahiya ciwanên Kurd dikin ku cihê xwe di meşa ji bo hevalên Sakîne, Rojbîn û Ronahî de bigirin."