Ciwanên Kurd ên li Norwêcê ji bo Şengalê alîkariyê kom dikin

Ciwanên Kurd ên li Norwêcê ji bo Şengalê alîkariyê kom dikin

Li paytexta Norwêc Osloyê, ciwanên Kurd li semta Grønlandê li ser navê Heyva Sor a Kurdistanê stand vekirin û ji bo Êzidiyên Şengalî alîkarî kom kirin.

Li standê, li gel berhevkirina alîkariyê li ser rewşa dawî ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê broşur hatin belavkirin. Di broşuran de bal hat kişandin ser aktîvîteyên çeteyên DAIŞ'ê yên li welatên Ewropayê û hat destnîşankirin ku di bin navê mexdûrên şer ên Sûriyeyî de ji bo DAIŞ'ê pere tên komkirin. Û bang li gelê Norwêcê tê kirin ku alîkariya pere nede van kesan.

Li dora standê pankartên bi zimanê Norwêcî yên bi nivîsên "Li Kurdistanê hem Êzidî, hem Misilman, hem Xiristiyan û hem jî Yahûdî hene", "Em komkujiyên DAIŞ'ê şermezar dikin" hatin daliqandin.

Stand rastî eleqeyeke mezin a biyaniyan û Norwêciyan rast hat.  Stand wê heta roja Înê saet di navbera 12 û 18'an de dewam bike.