Ciwanên Kurd ên li Swêdê: Her tişt ji bo Rojava

Ciwanên Kurd ên li Swêdê: Her tişt ji bo Rojava

Ciwanên Kurd ên li Swêdê dijîn li dijî êrîş û komkujiyên çeteyên El Qaîdeyê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê rêxistinbûyîneke bi navê "Opinion Kurdi-Stan" ava kirin.

Li dijî êrîş û komkujiyên çeteyên El Qaîdeyê yên li dijî gelê Kurd ên li Rojavayê KUrdistanê, ciwanên Kurd ketin nava tevgerê. Ciwanên Kurd bi armanca destekkirina berxwedana gelê Rojava û agahdarkirina raya giştî ya Swêdê rêxistinbûyînek bi navê "Opinion Kurdi-Stan" ava kirin. Yek ji çalakgeran Rojda Şekersoz a ji Bakurê Kurdistanê û Shovan Hedayaty ê ji Rojhilatê Kurdistanê ji ANF'ê re behsa xebatên "Opinion Kurdi-Stan" kirin.

DEWLETA TIRK PÊŞÎ LI ŞANDINA DERMANAN JI BO ROJAVA GIRT

Rojda Şekersoz da xuyakirin ku ji ber ambargoya li dijî Rojava pirsgirêka derman û xwarinê heye û wan jî biryar dane ku bi kampanyayan pere kom bike û ji bo Rojava dermanan bikirin û bişînin. Rojda diyar kir ku wan bi vê armancê bazinên li ser "Rojava" nivîsandî amadekirin û firotine, piştre jî musabakayeke futbolê organîze kirine û ot, "Gelek siyasetmedar û hunermendên Swêdî jî beşdarî musabakaya futbolê bûn û piştgirî dan gelê Rojava. Ji maç, firotin û alîkariyê 170 hezar kron hatin bidestxistin. Em çar kes bi nûnerê Heyva Sor ê li vê derê re beriya 2 hefteyan çûn Amedê. Me bi saziyên alîkariyê didin Rojava re têkilî danîn. Me ji wan lîsteya dermanan a li Rojava nîne stendin. Me ji kargeheke dermanan difiroşe, ev derman kirîn. Bi qasî ku cihekî dermanfiroşê dagire, me derman kirîn. Me ev li kamyonekê bar kirin û em çûn Nisêbînê. Lê belê destûr nedan ku em ji sînor derbas bibin. Gotin mehê bi tenê carekê derbasbûn çê dibe."

Şekersoz ragihand ku ji ber wan nekarî dermanan bişînin Rojava wan kamyon û derman li depoya Şaredariya Nisêbînê hiştine.

DIVÊ GELÊ KURD BI HEMÛ DERFETÊN XWE RE PIŞTGIRIYÊ BIDE ROJAVA

Hedayaty da xuyakirin ku tevî ku rayedarên Tirk destûra derbasbûna dermanan nade, berî demekê li ser sînorê Kurdistanê dest bi lêkirina dîwêr kiriye, lê li her du aliyên sînor rastî xwepêşandanên şermezarkirinê yên gelê Kurd hatiye. Rojda Şekersoz jî diyar kir ku yên dîwarê Îsraîlê yên li hemberî Fîlîstînê rexne dikin niha li Kurdistanê dîwar lê dikin û got, "Çapemeniya Swêdê û cîhana derve li pêşberî vê bêdeng e. Ji dîrokê sûdê wernagirin. Piştî ku dîwar qediya dê dest bi nîqaşê bikin, lê dê hingî dereng be."

Şekersoz anî ziman ku gelê li Rojava neçare li dijî êrîşên piralî yên rejîma Esad, El Qaîde û zextên rejîma Tirkiyê li ber xwe bide û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê gelê Kurd bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bide gelê rojava.

"Opinion Kurdi-Stan" niha amadekariya panêlek li ser Rojava dike. Hedayaty û Şekersoz dibêjin ku ew dixwazin siyasetmedarên navdar ên Swêdî beşdarî panêlê bikin û bi vî rengî ambargo û êrîşa çeteyan a li hemberî Rojava ji raya giştî re ragihînin.

JI BO ROJAVA DÊ LI BER PARLAMENTÊ KON WERE VEDAN

Saziya Mafên Mirovan a li dijî Qirkirinê Kurdcide Watch CHAK jî ji bo balê bikşîne ser ambargoya li hemberî Rojava û zextê li Hikûmeta Swêdê bike ku alîkariyê bide Rojava dê li ber avahiya Parlamentê kon vede.

Kon dê di 29'ê Cotmehê de bê veda û li binê kon fîlmên li ser bûyerên li Rojava bê nîşandan û bi belavokan raya giştî were agahdarkirin. Çalakî dê 3 rojan dewam bike û ji parlamenterên Swêdî bê xwestin ku mijarê têxin rojeva parlamentê.