Ciwanên Kurd li Frankfurtê komkujiya li Rojava şermezar kirin
Ciwanên Kurd li Frankfurtê komkujiya li Rojava şermezar kirin
Ciwanên Kurd li Frankfurtê komkujiya li Rojava şermezar kirin
Li bajarê Elmanya Frankfurtê, komek ji ciwan û xwendekarên Kurd bi meş û çalakiyeke rûniştinê bal kişandin ser komkujiya li Rojavayê Kurdistanê û hêzên piştgiriya çeteyên ser bi El Qaîdeyê şermezar kirin.
Yek ji navendên aboriyê yên Ewropayê li bajarê Elmanya Frankfurtê, ciwanên Kurd îro danê êvarê saet di 19:00'an komkujiya li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Bi dehan xwendekar û ciwan, bi vê armancê li navenda bajarê Frankfurtê li Konstablerwache hatin cem hev û çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Çalakvan ji bo balê bikşînin ser hovîtiya ji Rojava li dijî sivîlan tê kirin, xwe li erdê dirêj kirin û li vê derê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku li Rojavayê Kurdistanê ev demeke dirêje çeteyên El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê êrîşî Kurdên sivîl dikin.
Ciwanan diyar kirin ku li gel komkujiya hovane hovane jî cîhan bêdeng e û vê hovîtiyê ji nedîtî ve tê. Di daxuyaniyê de hêz û dewletên bi awayekî vekirî sergirtî piştgiriyê didin çeteyan bi tundî hatin şermezarkirin û banga hişyariyê li raya giştî hat kirin.
Ciwanên xwe li erdê dirêj kiribûn, piştî daxuyaniyê rabûn û li navenda bajêr dest bi meşê kirin. Ciwanan di meşê de pankart û dowîzên bi nivîsên komkujiyên El Nûsra yên li Rojava kirine, hilgirtin.
Piştî meşa nêzî 20 deqeyan ciwan gihiştin Mainbrücke û pankarta bi nivîsa "Komkujiya El Qaîde: Li Rojavayê Kurdistanê bi sedan mirov hatin kuştin" bi pirê ve daliqandin û pankart demeke dirêj li pirê daliqandî ma. Ciwanan dûre bi dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.