Ciwanên Kurd li Moskowayê komplo şermezar kirin
Ciwanên Kurd li Moskowayê komplo şermezar kirin
Ciwanên Kurd li Moskowayê komplo şermezar kirin
Yekîtiya Ciwanên Kurd a li Moskowayê bi daxuyaniyek çapemeniyê komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên komên çete yê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku: “dê roja 9’ê Cotmehê di dîroka gelê kurd de, her dem wek rojek reş bênaskirin û binavkirin.”
Li paytexta Rûsya Moskowayê, Yekîtiya Ciwanên Kurd li pêşiya avahiya Mala Kurdan daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de komploya 9’ê Cotmehê ya sala 1998’an ku bû sedema derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê, bi tûndî hat şermezarkirin û lanetkirin. Di civîna ku gelek ciwan amade bûn de li ser navê Yekîtiya Ciwanên Kurd Şêxmus Yûsiv mesaj xwend. Di mesajê hat diyar kirin ku komplo hebûna xwe dispêre kevneşpiya serdestiyê û hat gotin:
“Komploya ku hebûna xwe dispêre kevneşopiya serdestiyê, ji destpêka dîroka serdestan heya niha tişt jê kêm nebûye, berevajî her diçe rola wê hîn hatiye zêdekirin û bûye amûrek siyasetê. Di cewhera kompologeriyê de piştguhkirina civaka xwezayî û bicihkirina kevneşopiya serdestan heye. Ji holê rakirina nirxên ku mirovan dike mirov, her tim bûye armanca sereke ya serdestan. Ji destpêka dîroka şaristaniyê heya niha ji bo xwe bigihînin vê armancê amûrê herî sereke ku hatiye bikaranîn komplo ye. Ew pergala ku xwe dispart ked û parvekirinê ji holê rakir û ‘civakek’ metingeriyê avakir. Pêre ew dîroka ji rêderketinê dest pêkir. Ew nirxên exlaqî, parveker, azadî, wekhev û dadî di civaka xwezayî de hebûn, hatin dizîn û tepisandin. Li şûna wê nirxên şaristaniyê yê wek koletî, mêtîngerî, tepisandin, zor û şidet pêş xist. Ev rewş di heman demê de tê wateya forma jiyana ku xwe dispêre civaka xwezayî rakirin û li şûna wê pergala şaristaniya serdest a dewletger danîne.”
DÎROK JI ŞÊWAZÊ KOMPLOYÊ ŞERM DIKE
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê roja 9’ê Cotmehê di dîroka gelê Kurd de hertim wek rojek reş bê binav kirin û hat gotin: “Ji bo ti hêzên demokratîk û hemdem van planên wan têk nebe, di sala 1998’an de roja 9’ê Cotmehê hêzên komploger starta komployek ku dîrok ji şêwazê wê şerm dike û di dîroka mirovayê de wê her dem wek roja reş bê lanet kirin hat dayîn. Em wek ciwanên kurd ên li Moskowayê dijîn, vê komploya ku bi dîlgirtina Rêberê me ve encam bû bi tundî şermezar û lanet dikin. Dê ev roj di dîroka gelê kurd de, her dem wek rojek reş bênaskirin û binavkirin.”
ÊRÎŞÊN KOMÊN ÇETE HATIN LANETKIRIN
Di daxuyaniyê de êrîşên komên çete yê li Rojavayê Kurdistanê û alîgirên wan jî bi tûndî hatin rexnekirin û şermezarkirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Her wiha hêzên komploger piştî 15 salan îro li Rojavayê Kurdistanê ji bo destketiyên gelê kurd ji destê wan bigire di nava lîstik û planên kirêt dene. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe alîkariyê didin hêzên çete û wan li hemberî kurdan sor dikin. Bi zordarî û şer dixwazin çavê gelê kurd bitirsînin û ji welat dûr bixîne. Êdî dema van lîstikan derbas bûye û gelê kurd bi van lîstikan nayê xapandin. Ji ber vê yekê hikûmet û dewletên ku dijminatiyê bi Şoreşa Rojava re dikin bi kiryarê xwe nikarin ji pirsgirêka Rojava re bibin çareserî. Gelê kurd li her qada lê dijî, bi piştgiriyek bêhempa xwedî li şoreşa Rojavayê Kurdistanê derdikeve. Ev yek nîşaneya yekitî û bilindkirina şoreşê ye. Em wek ciwanên Kurd ê li Moskovayê dijîn, dibêjin ku bila hêzên tarî û komploger destê xwe ji axa welatê me bikşînin û devji van listik û planên xwe yê kirêt berdin”
JI MALBATA MUSLIM RE SERSAXÎ HAT XWESTIN
Di dawiya daxuyaniyê de ji malbata Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û gelê Kurd re sersaxî hat xwetin. Daxuyanî wisa bi dawî bû: “Ciwanê kurd ê leheng Şervan Muslim û gelek xort û keçên Kurd di encama şerê bi çeteyan re şehîd ketin. Berxwedana van ciwanên leheng, ji bo me ciwanan soza berdewamkirina berxwedanê ye û xwedî derketina şoreşa Rojava ye. Di vê çerçoveyê de em ji malbata Muslim û hemû gelê Kurd re sesaxiyê dixwazin. Di rêya azadiya Kurdistanê de her şehadeta hevalekî yê ciwan ji bo me soza bilindkirina şoreşê ye.”