Ciwanên Kurd li Rennesê ji bo azadiya Ocalan îmze kom kirin

Ciwanên Kurd li Rennesê ji bo azadiya Ocalan îmze kom kirin

Li bajarê Fransa Rennesê  ciwanên Kurd ji bo azadiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî duh 624 îmze kom kirin. Wê rojên bê jî xebatên wan ên ji bo kampanyayê berdewam be.

Ciwanên Kurd ên li bajarê Fransayê Rennesê dijîn, xwe bi navê RGK (Ciwananên Kurd ên Rennesê) ji nû de bi rexistin kirin. Xebatkarên RGK’ê duh ji bo kampanyaya “ Azadî ji bo Ocalan” li qada Le Blosne û Republique îmze kom kirin.

Ciwanan di nava çend seatan de 624 îmze komkirin. Ciwanan ragihandin ku  di rojên pêş de jî dê bi awayekî rêk û pêk îmzeyan kom bikin.