Ciwanên Qamişloyî li dijî komkujiyê meşiyan

Ciwanên Qamişloyî li dijî komkujiyê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz bi boneya 9’emîn salvegera komkujiya 12’ê Adarê meşek lidar xist. Di meşa ku bi sedan ciwan tevlî bûn de, komkujî hate şermezarkirin û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn.

Ciwanên ku li ber Mizgefta Qasimo hatin cem hev, ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê ciwanan ber bi riya Hesekê ve dest bi meşê kir. Di meşa ku wêneyên kesên di komkujiyê de hatibûn qetilkirin hatin hilgirtin de, pankartên, “Şoreşa 12’ê Adarê şoreşa azadî, rûmet û hebûnê ye”, “Tovê azadiyê di 12’ê Adarê de hate çandin di 19’ê Tîrmehê de fêkî da”, “Bîranîna şehîdên serhildana 12’ê Adarê riya azadiya me ronî dike” hatin vekirin. Ciwanên ku tevlî meşê bibûn jî bandên ku li ser “Serhildana 12’ê Adarê” hatibû nivîsandin li serê xwe girê dabûn.

Meş li ber Nexweşxaneya Ferman ku di dema komkujiyê de cenaze û birîndar anîbûn wir, bi dawî bû. Li vir ciwanan destegulek ku li ser “Em rihê welatparêziyê silav dikin, em bi keda we ya mirovahiyê serbilind in” hatibû nivîsandin, danîn ber nexweşxaneyê.  Ciwan pişt re çûn ber stadyuma bajêr a ku komkujî lê destpê kiribû ya li Kolana El Siyahî.

Li vir li ser navê ciwanan Endamê Konfederasyona Xwendekaran Egîd Ebdo axaftinek kir û bal kişand  ser berxwedana gelê Kurd. Ebdo destnîşan kir ku, gelê Kurd wê bi xwîna şehîdên 12’ê Adarê bigihîje azadiya xwe.

Piştî axaftinê çalakî bidawî bû.