Ciwanên Qeledizê şeva Yalda bi bîr anîn

Ciwanên Qeledizê şeva Yalda bi bîr anîn

Li navçeya Silêmaniyê Qeladizê Komeleya Ciwanên Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) bi boneya hatina şeva Yalda, bîranîn li darxistin. Şeva Yalda ku şeva salê a herî dirêje û şeva dawî a werza Payizê ye, di bingeh de ev şeve xwe di sipêre çanda Zerdeştî û her sal li gel gotina sitran û helbestan tê bi bîranîn.

Li navçeya bajarê Silêmaniyê Qeladizê Komeleya Ciwanên Partiya Çareseriya demokratîka Kurdistanê (PÇDK) bi boneya hatina şeva Yalda şevekî şahiyê li darxistin.

Di şahiyê de bi dehan ciwan amede bûn û her wiha bernameyeke dewlemend jî hatibû amadekirin. Di şeva Yalda de stran hatin gotin, helbest hatin xwendin, her wiha şano hate pêşkêşkirin. Li gel vê jî ciwanên Qeledizê di vê şevê de pêşbirgek di derbarê agahiyên li ser Başûrê Kurdistanê, pirsên zanyarî û di derbarê dîroka PKK’ê pirs hatin pirsîn û di encamê de du komên bi navê A û B jî weke hev di pêşbirgê de bi ser ketin.

Di dawiya şahiyê de guvend hate gerandin û bi wesîleya vê şevê gul hatin belavkirin.