Ciwanên Qendîlê 5 hezar îmze kom kirin
Ciwanên Qendîlê 5 hezar îmze kom kirin
Ciwanên Qendîlê 5 hezar îmze kom kirin
Li herêma Qendîlê ciwanên rojhilatî ku ji ber zextên Îranê dev ji warên xwe berdena û li Binarê Qendilê bicih bûne, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nava 10 rojan de 5 hezar îmze kom kirin.
Li herêma Qendîlê ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ku di girtîgehên Tirkiyeyê de dimînin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Ciwanan li ser riya asfalt ji xwe re standek danîn û wesayîtên ku di wê derê re derbas dibin disekinînin û îmzeyan li ber hev dikin. Ciwanan diyar kirin ku kesên îmzeyan davêjin bi hestek keyfxweş û welatparêzî nêzî kampanyayê dibin.
Ciwanan li cihê standê daxuyanî dan û diyar kirin ku di nava 10 rojan de 5 hezar îmze berhevkirine. Piştî daxuyaniyê, ciwanan girêdayîna xwe ya ji bo Ocalan anîn ziman û silavên xwe ji Îmraliyê re şandin. Her wisa ciwanan diyar kirin ku ewê xebata xwe ya komkirina îmzeyan bidomînin.