Ciwanên Qendîlê bi hezaran îmze kom kirin

Ciwanên Qendîlê bi hezaran îmze kom kirin

Li herêma Qendîlê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber zextên Îranê dest ji warên xwe berdane û li Binarê Qendilê bi cih bûne, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, di nava 10 rojan de 5 hezar îmze kom kirin.

Li herêma Qendîlê ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ku di girtîgehên Tirkiyeyê de dimînin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Ciwanan li ser rêya asfalt ji xwe re standek danîn û wesayîtên ku di wê derê re derbas dibin disekinînin û îmzeyan berhev dikin. Ciwanan diyar kirin ku kesên îmzeyan didin bi hestên kêfxweş û welatparêzî nêzî kampanyayê dibin.

Ciwanan li cihê standê daxuyanî dan û diyar kirin ku di nava 10 rojan de 5 hezar îmze berhev kirine. Piştî daxuyaniyê, ciwanan dilsoziya xwe ya bi Ocalan re anîn ziman û silavên xwe ji Îmraliyê re şandin. Her wisa ciwanan diyar kirin ku wê xebata xwe ya komkirina îmzeyan bidomînin.