Ciwanên Serêkaniyê 9'ê Cotmehê şermezar kir
Ciwanên Serêkaniyê 9'ê Cotmehê şermezar kir
Ciwanên Serêkaniyê 9'ê Cotmehê şermezar kir
Meclisa Ciwanên BDP'ê ya ya Serêkaniya Rihayê, bi boneya 9'ê Cotmehê Roja Derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyê çalakî pêk anîn. Koma ciwanan di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan û 9'ê Cotmehê şermezar kirin.
Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Serêkaniyê bi boneya 9'ê Cotmehê şermezar bikin xwestin meşekê pêk bînin. Polîsan meşa ciwana asteng kir. Koma ciwanên BDP'ê ku li ber avahiya BDP'ê ya Serêkaniyê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Ciwanên ku ji aliyê polisan ve hatin astengkirin li ber avahiya BDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek rêveberên BDP'ê û endamên meclisa şaredariyê jî tev li çalakiyê bûn. Li ser navê Meclisa Ciwanan a BDP'ê Osman Kirdar, axivî û 9'ê Cotmehê şermezar kir.
Piştî daxuyaniyê kom belav bû û polîsan heta demekê avahiya BDP'ê dorpêç kir.