Ciwanên Şoreşger: Dê polîsên AKP’ê li Amedê rihet negerin!
Ciwanên Şoreşger: Dê polîsên AKP’ê li Amedê rihet negerin!
Ciwanên Şoreşger: Dê polîsên AKP’ê li Amedê rihet negerin!
Tevgera Ciwanên Şoreger yên Welatparêz (YDG-H) bang kir ku, “tola” ciwanê Kurd Şahîn Onder yê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin ê ji polîsên AKP’ê bigirin û got; “Ji niha û pêve polîsên AKP’ê dê li Amedê rihet negerin.”
Daxuyaniya ku Tevgera Ciwanên Şoregerş yên Welatparêz dayîn de hate gotin ku, “Di rojên ku em di arîfeya komploya navnetewî 15’ê Sibatê de ne, bi armanca nelet kirina komployê pêwîste li her derê hêzên mêtînger û dagirker yên dewleta Tirk yên li dijî Kurdistanê çalakiyan pêkbînin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Her ku diçe çalakiyên girseyî û bibandor polîsên dijmin yên AKP’ê xistine tengasliyê, ji ber vê sedemê her çalakiyekê bi rêbazên hêz û zordestiya artêşê bikartîne û dixwazin hêza çalakiyan bişkênin. Herî dawî jî di şeva 10’ê Sibatê de li semta Şehîdlika navçeya Yenîşehîr ya Amedê çalakiyek hate li darxistin. Di vê çalakiya ku ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Welatparêz ve hatiye organîze kirin, polîsên AKP’ê yên kiryarî û dest bixwîn êrîş kirin, bi awayek hovane dan ser hevalê me Şahîn Oner perçiqandin û qetilkirin. Çapemeniya şerê taybet ya dewleta Tirk ya dagirker ku wijdana xwe firotiye pere û melaqîtiya AKP’ê ji xwe re kirine rêgez, nûçeya weke Rêhevalê Şahîn ‘Bi teqemeniya bidest hatiye çêkirin jiyana xwe ji dest da’ direwin û çêkirîne. Çirke bi çirke çavkaniyên ku bûyer di şopandin vê piştrast dikin. Polîsên AKP’ê û çapemeniya ku li quncikê asê mane, xwe bi direwên bê exlaq ve girêdidin. Daxuyaniyên waliyê dagirker yê Amedê jî dê nekare vê veşêre.”
Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Welatparê dane diyarkirin ku, bedelê wê çibe bila ew be ew dê hesaba rêheval Şahîn ji “polîsên nemerd û qeleş yên AKP’ê” bipirsin û wiha got: “Dê ji niha û pêve polîsên AKP’ê nekarin rihet li Amedê bigerin. Bi giştî li tevayî Kurdistanê û bi taybet jî gelê Amedê û ciwanên wê êdî şiyar bûne, heta ku mêtîngeriyê ji vê xakê dernexînin dê bê navber di nava berxwedanê de bin. Em dê destûr nedin ku hêzên dagirker yên bi rêbazên zor û hovane weke tiştek rojane bikin. Heta ku axa Kurdistanê ji bin ruhê faşîst û mêtînger yê serokwezîr bê paqijkirin, em dê tekoşîna xwe bi kîn û nefret bidin berdewam kirin. Pêwîste tevayî gelê Amedê li derdora şehîdê xwe cemberek ji agir çêbike, xwedî li Rêbertî û tekoşîna xwe derbikeve.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî ev tişt hatin vegotin: “Pêwîste ciwanên qehreman û fedaî yên Amedê ala di destê rêheval Şahîn de bigirin û bilindtir bikin. Erkê me ewe ku tola rêheval Şahîn bi berxwedanekî bi heybet ji polîsên nemerd û qelaş yên AKP’ê bigirîn, dîsan ji bo gelê Amedê rabe serhildanê pêşengtiyê bikin, ev erka me ya herî serekeye. Em ji malbat û xizmên rêheval Şahîn Oner re sersaxiyê dixwazin, em bang li 7 salî heya 70 salî dikin ku tevlî serhildanê bibin.