Ciwanên Wanî li dijî narkotîk û fûhûşê meşiyan

Ciwanên Wanî li dijî narkotîk û fûhûşê meşiyan

Li Wanê, bi sedan ciwan li dijî narkotîk, fûhûş û sîxuriyê bi meşaleyan meşiyan. Ciwanan piştî meşê kamerayên MOBESE şikandin û firoşgeheke TEKEL'ê rûxandin. 

Bi sedan ciwan, bi armanca şermezarkirina narkotîk, fûhûş û sîxuriyê, li ber Navenda Çandê ya Nûda ya Taxa Xaçortê kom bûn û meşek meşaleyî pêk anîn. Ciwanan di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo azadiya jinên ciwan e" vekirin. 

Ciwanan di meşa bi meşaleyan de dirûşmên "Bijî serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bê serok jiyan na be" qîriyan. Ciwanên ku heta Beşyolê meşiyan, li vir kamerayên MOBESE şikandin û firoşgehek tekelê dan ber fîşekên hewayî û rûxandin. 

Ciwanan piştî meşê dawî li çalakiya xwe anîn.