Ciwanên Welatparêz komkujiya Helebçe şermezar kirin

Ciwanên Welatparêz komkujiya Helebçe şermezar kirin

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li Baxê gîştî Komkujiya Helebçeyê şermezar kir û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn û silogana ‘’Em Helebçe ji bîr nakin’’ bilind kirin.

Li ser navê komelê Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, Dîdewan Sitar bi armanca bîranîna qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê ku di 16'ê Adara 1988'an de ji aliyê rêjima Iraqê ya Sedam Huseyîn ve bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin li Baxê gîştî da û got: “Pêwîste hemû gel bizane ku ti desthilat ne dilsozê gele û di heman demê de piştgiriya wê jî nake. Ne jî dikare hest bi êş û azarên gel bike’’

Di heman demê de Dîdewan anî ziman ku, pêwîste gel ne çav li rê desthilatdar û kesên din be û pêwîste piştgiriya xwe ji hêza xwe ya manawî bigre. Her wiha Dîdewan Sitar di berdewamiya axaftina xwe d wiha got: "Banga me ji bo gelê me ewe ku xwe weke hêza herî mezin bizane û pirsgirêkên xwe û êşên xwe ji bîr nekin.”

Di bîranînê de bavê şehîd Sirkew jî axivî û got, ti tişt li şûna êşa Helebçe û qurbaniyên wê nikare bigre û banga gelê Silêmaniyê kir, pêwîste ji her demê zêdetir xwedî li qurbaniyên Helebçe û hemû berketiyên wê bike.

Di merasima bîranînê de sloganên “Em Helebçe ji bîr nakin” hatin qîrîn û pankartên “Kesên azadiyê dixwazin pêwîste qurbaniyan bidin”, “êşa jin û zarokên Helebçe dê di mejiyê me de bimîne”, "Berxwedana bi rûmet ji Helebçe heta tevahiya cîhanê wê biçe” hatin vekirin.

Di dawiyê de jî hunermend Kalê bi stranên xwe , helbestvan Bekir Piştderî û Serdar Qadir jî bi helbestên xwe Komkujiya Helebçeyê bi tundî şermezar kirin.