Ciwanên YDG-H'yî 'mala fûhûşê' şewitandin

Ciwanên YDG-H'yî 'mala fûhûşê' şewitandin

Ciwanên YDG-H'yî li Amedê li dijî maleke ku dihat gotin lê fûhûş tê kirin 'operasyonek' lidar xistin û mal şewitandin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li hemberî maleke li Xançepek a Sûrîçî ya Amedê ku dihat gotin lê fûhûş tê kirin, ciwanên YDG-H'yî 'operasyonek' lidar xistin. Di bûyerê de mala mijara gotinê hat şewitandin.

Berdevkiya YDG-H der barê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand ku 'operasyon' ji aliyê Yekîneya YDG-H ya Amed Sûrê ve hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna wan a li dijî fûhûşt û narkotîkê ku bi destê dewleta Tirk ji bo dejenerekirina ciwanên Kurd tê kirin, wê bi biryardarî dewam bike.

YDG-H'ê der barê bûyerê de dîmen jî parve kir. Di dîmenê ku li Youtube hat barkirin de tê dîtin ku ciwanên çalakî lidar xistine, dirûşman diqîrin.