Çiyayê ku bûye sembola efsaneyan: Şehîdan
Çiyayê ku bûye sembola efsaneyan: Şehîdan
Çiyayê ku bûye sembola efsaneyan: Şehîdan
Tê gotin ku dema mirov diçe sere wê her sê parçeyên Kurdistan tê xuyakirin. Ji berfa ku bi salan bariye û ketiye ser hev gir çêbûne. Li girê herî bilind ji bo mêvanan lênûsek di qutiya wê de veşartiye. Kesa/ê sê caran diçe ziyareta wê mina heca Mislimanan ziyaret kiriye dibe xwedî xêr. Navê wî çiyayî, çiyayê Şehîdan e. Di nav gel de li ser vî çiyayî gelek efsane, çîrok û çîvanok hatine gotin û heta roja me ya îro hatiye.
Çiyayê Şehîdan yek ji rêzeçiyayên Zagros ê tûj e. Li bakurê wê Çarçela, li başûrê wê çiyayên Karker mîna sêgoşeyekê û her yek jê mîna kelehekê weke sembolên berxwedanê radiwestin. Dibe ku ji ber wê taybetmendiyê dema dagirkeran Kurdistan parçe kirin, hiştin ku çiyayê Çarçela li Bakurê Kurdistan; çiyayê Karker li Başûrê Kurdistan û Çiyayê Şehîdan li Rojavayê Kurdistan bimîne.
Çiyayê Şehîdan di dîroka Kurdistan de ligel efsane û çîrokên xwe di qonaxa 30 salên têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistan de jî weke keleheke berxwedanê ye û mewziyeke girîng e. Ji berxwedana gerîllayên Kurdistan ên di sêgoşeya Îran, Tirkiye û Iraqê de têkoşîn pêş xistine re şahîdiyek pîroz kiriye.
ÇIYAYÊN ASÊ SÎNORÊN SÊ DEWLETAN PÊK TÎNE
Şehîdan ku bi gelek aliyên xwe ve bal dikişîne ser xwe ji ber tedbîrên ewlekariyê yên sê dewletan derfetên çûnûhatinê nehatine çêkirin. Me xwest em xwendevanên xwe jî beşdarî ziyaretgeha ku mirovên Kurdistanî û yên herêmê diçinê bikin. Weke li giştî erdnîgariya Kurdistan heye, her ku em digerin em pê dihesin ku çîroka her çiyayekî Kurdistan jî heye. Ev çiyayên ku mîna abîdeyên berxwedanê. Ji ber di vê nivîsa xwe de em cih nadin çiyayên Karker û Çarçêla em ê li derveyî mijara xwe bihêlin. Der barê çiyayê Şehîdan de yê bi geliyên xwe yên kûr û bi bircên xwe yên ku “digihîjin asîman” bêhempa ye, gelek çîrokên cuda tên gotin.
Çiyayê Çarçêla ku di sêgoşeya sînorên sûnî yên Îran, Iraq ve Tirkiyeyê de cih digire xwedî zozanên berfireh e. Çiya asê ne. Çiyayê Şehîdan li herêmê çiyayê herî bilind e. Dewleta Îranê li hemberî têkoşîna azadiyê ya pêş ket ji bo Kurdan di bin kontrola xwe de bihêle beriya niha bi deh salan li wê herêmê rê çêkirin. Di demên berê de ji bo rê nîn bû pirr zehmet bû ku mirov derkeve serê çiyayê Şehîdan. Li cihekî gera me gerîllayekî ku em ew dît dema bîranîna xwe digot, me gotina wî ya bi esprî ya “Em wek Hecî tên hesibandin” fêm nekiribû. Di bîranîna xwe de digot, “Em di bin girê çiyayê şehîdan de bûn. Demsala havînê ji ber ji bo hereketê demsala herî baş e, du mirovên îxtiyar ên ku hewl didan goristana li Şehîdan ziyaret bikin piştî bi saetan meşê hatibûn gel me. Ji bo bêhna xwe berdin me ew dawetî vexwarina çayê kir. Ji ber îxtiyar bûn westiyabûn. Ji pêşengê xwe re digotin “Ma çi qas rêya me maye?” Dayika îxtiyar ji ya pêşeng re digot, “Ax şêxê min xwezî tu miriba da ku te ne xwe jî û ne jî em ew qasî westandiba. Ma wê ne baştir ba?” Wê demê her kesî dest bi ken kir.
‘Ê SÊ CARAN ÇIYAYÊ ŞEHÎDAN ZIYARET BIKE DIBE HECÎ’
Yek ji çîrokên der barê şehîdan de jî çîroka li ser pîroziya goristana wê ye ku li lûtkeya Şehîdan e.
Di nav gel de tê gotin ku yê 3 caran vê goristanê ziyaret bike dibe Hecî û wek Hecî tê hesibandin. Çîroka vê bûyerê jî heye: Di demên berê de ji ber ku erebe û derfetên cuda nîn bûn mirovên Misliman ji bo biçin Hecê gelek rê dimeşiyan. Di pêvajoyeke wisa de komek Misliman ji bo biçin Hecê ji Rojhilatê Kurdistan ber bi Mekkeyê ve dikevin rê. Û piştî rêwîtiyeke zor û zehmet digihîjn Mekkeyê. Yek ji rûspiyê Mekkeyê an jî yek ji rêberê olî ji wê komê re dibêje: “Li şûna ku hûn ev qas rê hatin û we zehmetî kişand, biçin çiyayê Şehîdan û goristana li ser sere wê 3 caran ziyaret bikin, wê Heca we were qebûlkirin.” Piştî vê efsaneyê gelek mirovên herêmê yên derfetên wan ên çûna Hecê nîn bûn her sal li gorî şert û mercên demsalê vê goristanê ziyaret dikin. Gerîlla jî ji ber ku gelek caran derdikevin ser çiyê û tên xwar û gotibûn “Em Hecî tên hesibandin”. Esprî li cihekî ji ber xwegihandina lûtkeya çiyayê Şehîdan pirr zehmet e mînakeke wer dabûn.
‘RASTIYÊN KU SÎNOR LÊ DIGIHÎJIN HEV’
Weke gelek çîrokên mîtolojîk ên li Kurdistanê çîroka esasî ya çiyayê Şehîdan li ser gorîstana ku li ser lûtkeya wê ye tê gotin.
Tê gotin ku tevgera Îslamî ji nîvgirava Erebîstanê ber bi derve ve berfireh dibe. Yek ji wan bi awayekî eskerî û li ser esasê fethê bû. Ya din jî bi vê ve girêdayî Fetha hundîrin bû ku bi rêya derwêşan xîtabî manewiyatê dikir. Ev her du xusûs çawa li hin deverên din ê cîhanê xuya dikir, li Rojhilata Navîn û Kurdistan weke du tevgerên paralelî hevdu pêş ketibû. Îslamiyet dema li Kurdistanê li hemberî nirxên bawerî û manewiyatê yê Zerdûştiyê paşde ket êrîşên eskerî ketin dewreyê. Di navbera erîşên eskerî û gelê Kurd de ku xwe diparast şerên dijwar pêk hatin. Ev efsane piştî wan têkoşînan ava bû yan na em nizanin. A tê zanîn û bi gotinan heta roja me ya îro hat Şehîdan û hebûna goristanê ye. Çîrok wiha ye: “Hêzên Îslamê li ser Basrayê re derbasî Başûrê Kurdistanê dibin. Dema digihîjin ber qûntarên Zagrosan berê xwe didin Rojhilat. Lê belê li wir bi şervanên Persan re rû bi rû tên. Di şerên rû didin de şervanên Pers û Kurdan ligel serweriya çendanî, di aliyê erdnîgariyê de jî xwedî serweriyê bûn. Lewma hêzên Îslamê paşde dizivirin, û hewl didin xwe di çiya û girên mîna kelehan de vedişêrin. Şervanên Persan li gorî yên Ereban hîn zêdetir li ser araziyê hakim bûn û ji wan zêdetir çalak bûn, beriya wan xwe digihînin wan çiya û giran. Di cihên herî stratejîk de mewziyên xwe çêdikin. Di şerê ku li wir rû da tenê 2 şervanên Ereban xwe rizgar kiribûn. Yek ji wan ji ber birîndar bû bê ku karibe zêde bireve, dikeve û dimire. Ev şervanê Ereb li cihê dimirê tê veşartin. Paşê piştî ku hakimiyeta Îslamiyetê li herêmê pêş ket û şûnde li cihên ku sahabeyên Îslamê wefat dikirin, navê “Şehîdan” lê dikirin.
GORA ECÊB ŞÊXÊ ŞIL
Bûyera şervanê Ereb ê li Şehîdan wefat dike, di nav gel de wek efsane tê vegotin. Xala taybet a hiştiye bibe efsane ev e ku axa li ser gorê li gorî axa derdorê hîn şiltir e û axeke cuda ye. Tê gotin ku axa sor û şil a li ser gore ev e ku mirov çi qasî ji wê axê rake piştî wê bi rojekê ew ax tê asta xwe ya berê. Gelê herêmê ku wek kerametekê dibînin, gorê pîroz dibînin, ziyaret dikin û dua dikin. Ji ber axa li ser gorê ya şil ev gor wek Goristana Şêxê Şil tê binavkirin.
ÎRAN GORISTANA ŞEHÎDAN TEXRÎB DIKE
Çîroka mîtolojîk a çiyayên Şehîdan wer tê behskirin. Bi derketina Tevgera Kurd a Modern re li gelek deverên Kurdistan û li Şehîdan jî gelek çîrok û efsane tên gotin. Li Şehîdan û erdnîgariya derdora wê û dîsa li eyaleta Zagrosan şervanên azadiyê hem li hemberî dewleta Tirk û hem jî li hemberî dewleta Îranê gelek lehengî û egîdî nîşan dane. Gelek gerîllayan di wan şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Gorên gerîllayan bi hewldanên hevalên wan ve tên çêkirin. Goristanên şehîdan hem ji aliyê gerîllayan ve û hem jî ji aliyê gel ve tên ziyaretkirin. Lê belê wek dewleta Tirk hêzên dewleta Îranê yên paşverû jî li hemberî vê tehemmûl nake. Di payîza sala 1999’an de dema li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navnetweyî hat lidarxistin hêzên dewleta Îranê bi makîneyên kar goristana şehîdan xera kirin. Ev vê pirr baş dizanin li cihê ku manewiyat heye sedaqet û dilsozî heye. Gelê Kurd jî hêza xwe ya mezin ji şehîd û Rêberê xwe digire.