Cizîr ji bo Karana li ser piyan e

Cizîr ji bo Karana li ser piyan e

Cenazeyê xebatkarê Navenda Çandê ya Mem û Zîn a Şaredariya Cizîrê Mehmet Karana li dû kar û barên otopsiyê ber bi Cizîrê ve hat birêkirin. Li Cizîrê bi hezaran kes li benda hatina cenaze ne.

Li Rojava Tirbêspiyê, di encama êrîşa xwekujî ya çeteyên El Nusra de şervanê YPG'ê Omer Karana û birayê wî Mehmet Karana yê çû serdana wî, jiyana xwe ji dest dan. Şanogerê Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn a Şaredariya Cizîrê Mehmet Karana û şervanê YPG'ê birayê wî Omer Karana, îro ji bo rêwîtiya bêdawî hatin birêkirin.

Malbate piştî cenazeyê kurê xwe ji Tirbesipiyê wergirt û şûnde bi hezaran welatiyên ku ji Cizîr û Nisêbînê hatin deriyê sînor ê Nisêbînê xwestin bi girseyî cenaze pêşwazî bikin. Malbatê ku tenê cenazeyê kurê xwe Mehmet Karana yê şanogerê Navenda Çanda Mem û Zînê ya Cizîrê wergirtin, xwestin di deriyê sînor ê Nisêbînê re derbasî Cizîrê blikin. Lê dozgeriya Komarê ya Nisêbînê bi hinceta "Ewlehiya canê min tune" xwest cenaze bişinin morga Nexweşxaneya Dewletêya Nisêbînê. Girsê jî bertek nîşanî vê daxwaza dozger da.

Polîsan jî bi ava şit û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir. Liser mudaxaleya polîsan girsê jî bersiv da polîsan. Di mudaxaleya polîsan de alozî û pevçûn derket. 

Piştî bûyerê tîmên taybet û polîsan maşîneya cenaze ya Karana ji nava girsê revandibûn.

Cenaze piştî hat revandin şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û piştî rapora otopsiyê bi hezaran kes li ber nexweşxaneyê rawestiyan. 

Piştî rapora otopsiyê heyeta ku ji 30 kesan pêk dihat ji nexweşxaneyê hat wergirtin. Girsê piştî cenazeyê Karana wergirt bi karwanek mezin ji Mêrdîn ber bi Şirnexê ve bi rê ket.

Li ketina Cizirê nêzî 10 hezar welatî li benda cenaze rawestiyan û rawestîna xwe ya li benda cenaze berdewam dikin.