Cizîra Botan li benda birayên Karana ye
Cizîra Botan li benda birayên Karana ye
Cizîra Botan li benda birayên Karana ye
Cenazeyên şervanê YPG'ê Omer Karana û birayê wî Mehmet Karana yên di êrîşa xwekujî ya li bajarê Tirbêspiyê yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, dê îro bînin Cizîrê. Beriya merasîma cenaze, dikandarên Cizîrê derabeyên xwe daxistin.
Li Tirbêspiyê, di encama êîşa xwekujî ya çeteyên El Nûsra de şervanê YPG'ê Omer Karana û birayê wî Mehmet Karana yê çû serdana wî, jiyana xwe ji dest dan.
Şanogerê Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn a Şaredariya Cizîrê Mehmet Karana û şervanê YPG'ê birayê wî Omer Karana, dê îro ji bo rêwîtiya bêdawî werin birêkirin.
Li navçeyê, bi wesîleya merasîma cenaze ji bilî fermanfiroş û firinan, derabeyên ti dikanan ne vekirîne.