Cizîrê bi dirûşmên 'Şehîd Namirin' Sînan spart axê

Cizîrê bi dirûşmên 'Şehîd Namirin' Sînan spart axê

Li Cizîrê Sînan Saltikalp ê 17 salî ku di bin wesayîta polîsan de ma û jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşma "Şehîd Namirin" hat veşartin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ciwanê bi navê Sînan Saltikalp (17) ê roja 23'ê Nîsanê li Taxa Yafesê wesayîta polîsan pêl wî kiribû, piştî dermankirina 4 mehan a li Nexweşxaneya Medîcalpark a Êlihê, duh jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Saltikalp li ser Kolana Hezexê (Îdîl) ya li ber devê navçeyê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi çepik, tililî û dirûşma "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Bi hezaran kesê karwana cenaze pêşwazî kirin, wêneyên Saltikalp, alên PKK, YPG û KCK'ê vekirin û dûre ber bi Mizgefta Şêx Sîraç a li taxê dest bi meşê kirin.

Piştî wecîbeyên olî yên li vê derê, cenaze li wesayîta cenaze hat barkirin. Girseya gel jî ket milê hev û bi dirûşma "Şehîd Namirin" dest bi meşê kir.

Di dema meşê de, hin ferdên ji malbata Saltikalp car carna ji hiş diçûn û hevalên Saltikalp jî bi wêneyên Saltikalp û alên YPG û PKK'ê bi motorsîkletan li pêşiya girseyê cih girtin. 

Cenazeyê Saltikalp li Goristana Asrî ya Cizîrê hat veşartin û dûre li ser gora wî dûa hatin xwendin. Li dû xwendina dûa jî, deqeyek rêz hat girtin û piştre rêveberê MEYA-DER'ê Mele Kasim Yîgît axaftineke kurt kir. Yîgît da xuyakirin ku ew hovîtiya hikûmeta AKP'ê ya li dijî gelê Botanê bikar tîne û ev hovîtiya ku bû sedem Sînan dakeve qadan, bi tundî şermezar dikin. Yîgît got, "Hevalê Sînan, tu çawa xwedî li gelê xwe derket û daket kolanan, gelê Botanê jî wê xwedî li bîranîn û têkoşîna te derkeve. Rêya ku tu tê re meşiya, ne rêyeke şaş bû. Û gelê te xwedî li te derdikeve. Em li vê derê, di kesayetiya hevalê Sînan de hemû şehîdên xwe bibîr tînin. Di serî de malbat û Rêber Apo, serê tevahiya gelê me sax be."

Piştî axaftinan, girseya gel ber bi Taxa Yafesê ve dest bi meşê kir. Girseyê li cihê wesayîta polîsan pêl Saltikalp kir 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî. Girse dûre bi çepik, tililî û dirûşman çû serdana konê sersaxiyê yê ji bo Saltikalp li Taxa Yafesê hatiye vedan.