Cizîrê jî got: 'Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re statû'
Cizîrê jî got: 'Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re statû'
Cizîrê jî got: 'Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re statû'
Îro li gelek nevendan bi şîara "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re statû" meş hatin lidarxistin yek ji wan nevendan jî navçeya Şirnexê Cizîrê bû. Cizîriyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin azadî.
Di nava meşa ku li ber avahiya BDP’a navçeyê destpê kirî de nûnerên BDP’ê yên MYK û PM’ê, nûnerên BDP’ê yên navçeyê û nûnerên Saziyên civakên sifîl yên KURDÎ-DER, MEYA-DER û Aktivistên înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê amadebûn.
Di meşê de pankart a"Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statû" hat vekirin û sloganên “ ji Ocalan re azadî” hatin avêtin.
Meşê heya qada çaryanê dewem kir, û di qada derdor a meşê de maşîneyên zirxî bala mirov dikêşand.
Piştî meşê ji aliyê serokê BDP’a Şirnexê Bakî Katar ve daxuyanî hat dayîn. Katar da diyar kirin ku pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpê kirî ketiye qunaxekî nû, lê belê pakêtê ku îro Erdogan dayî diyar kirin ji bo gelê Kurd ne bû bersiv û ji derveyû xapandinê ne tiştek din bû û kêrî tiştekê nehat.
Katar, da diyar kirin ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi serkevtî bibe, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Piştî daxuyaniyê deqeyekê çalakiya rûniştinê pêkanîn.