Cizîrê şervanên YPG û YPJ’ê ber bi Amedê ve bi rê kir
Cizîrê şervanên YPG û YPJ’ê ber bi Amedê ve bi rê kir
Cizîrê şervanên YPG û YPJ’ê ber bi Amedê ve bi rê kir
Li gundên Şermûx û Ebû Qesayîbê ya Qamişloyê, di encama şerê navbera YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de, 7 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan û cenaze li Cizîrê ji aliyê bi dehhezaran hatin pêşwazîkirin. Cizîriyan bi berzkirina dirûşma; "Şehîd namirin" cenaze rêkirin Amedê.
Di 16'ê Îlonê de li gundê Şermûx a Qamişloyê, di navbera YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn derketin. Di encama şer de şervanên YPG'ê; Ozel Atak (Çiya Leylo), Halîl Dogan (Delîl Bagok), Şehmus Salik (Botan Mêrdîn) jiyana xwe ji dest dan. Di 19'ê Îlonê de li gundê Ebû Qesayîb ê Qamişloyê de di encama şer de şervanên YPG û YPJ'ê Mahmut Zengîn (Birûsk Serhed), Neslîhan Çîftçî (Tolvîn Cûdî), Ferhat Aydin (Rênas Andok) û Cemîle Erol (Avşîn Basiya) jiyana xwe ji dest dan. Cenaze piştî ku li Silopiyayê ji aliyê bi deh hezaran hat pêşwazîkirin, îro jî li Cizîrê ji aliyê bi deh hezaran hat pêşwazîkirin.
Piştî ku cenaze li nêzî Cizîrê bûn, bi deh hezaran rêya Cizîr û Silopiyayê ji trafîkê re girtin, bi tilîlî û berzkirina dirûşma "Şehîd namirin" cenaze pêşwazî kirin. Heta derketina navçeyê meş hat lidarxistin, di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterê yek jî jê fermandarê PKK'ê Mahsun Korkmaz, Mazlum Dogan û posterên şervanên YPG û YPJ'ê ku jiyana xwe ji dest dane, alên KCK, PKK û YPG'ê hatin hilgirtin. Esnafan dikanên xwe venekirin, ji heft salî heta heftê salî hemû Cizîr herikîn navendê. Girse li Qada Dortyolê rawestiya û li vir sirûda 'Çerxa Şoreşê' xwendin. Welatiyan Cizîrê bi berzkirina dirûşma; "Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" cenazeyên YPG û YPJ'iyan rêkirin Amedê. Di navbera ciwan û polîsan de alozî derketin. Ji ber ku polîs gaz avêt girseyê, ciwanan jî polîs kevir kirin. Li navçeyê alozî didome.
Wê 7 cenaze li navçeya Çinar a Amedê di saet 22:00'an de bi girseyî bên pêşwazîkirin.