Cizîriyan agirê Newrozê pêxistin

Cizîriyan agirê Newrozê pêxistin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê agirê Newroza 2013'an ji aliyê sedan welatiyan ve bi silogana "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" hat dadan. Girseyê heta derengê şevê govend gerandin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi şiyara ""Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re Statû" agirê Newroza 2013'an li taxa Nûrê ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêxistin. Bi sedan welatiyên ku li kolana Botaşê ya taxa Nûrê kom bûn, li dora agir govend gerandin û Agirê Newrozê geş kirin. Li qada Newrozê alên PKK'ê bilind kirin û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" qîriyan.

Pîrozbahiyê heta derengê şevê li kolanê bi coşek mezin berdewam kir.