Cizîriyan ji bo Sînan derabeyên dikanên xwe girtin

Cizîriyan ji bo Sînan derabeyên dikanên xwe girtin

Li navçeya Cizîrê, ji ber hatina cenazeyê Sînan ê 17 salî, ku ji ber wesayîta polîsan pêlê kir jiyana xwe ji dest da, dikandaran derabeyên dikanên xwe daxistin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, Sînan Saltialp ê 17 salî ku roja 23'ê Nîsanê di encama êrîşa polîsên Tirk de di bin wesayîta polîsan de ma û piştî dermankirina 4 mehan a li Nexweşxaneya Medîcalpark a Êlihê duh jiyana xwe ji dest da, cenazeyên wî tînin Cizîrê. 

Dikandarên Cizîrê jî ji bo nerazîbûnê nîşanî bûyerê bidin, dikanên xwe venekirin.

Ji bilî firin û dermanfiroşan, ti dikandarên navçeyên derabeyên xwe venekirin û ji bo pêşwazîkirina cenaze girse li ser rêya Hezexê dom bû.

Cenaze wê li Goristana Asrî were veşartin.