Clinton: Divê Rûsya û Çîn bedelê bidin

Clinton: Divê Rûsya û Çîn bedelê bidin

Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton, di civîna “Dostên Sûriyeyê” de Rûsya û Çînê bi piştgirîdayîna Sûriyeyê rexne kir û got; “Divê Rûsya û Çîn bedela piştgiriya didin rejîma Esad bidin”.

Di civîna duh ya li paytexta Franse Parîsê dest pê kir de, Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton Çîn û Rusya ku beşdarî civînê nebibûn rexne kir.

Clinton diyar kir ku Moskow û Pekîn piştgirî didin Esad, lê ji vê yekê tu tiştek bi dest naxin û got; “Ez bi aşkereyî bi we re diaxivm. Rûsya û Çîn piştgirî didin rejîma Esad û dibêjin qey ew ê tu bedelan nedin. Ji bo vê yekê tenê rêyek heye, divê hemû welatên li vir nunertiya wan heye, bikevin liv û tevgerê û wisa bikin ku Çîn û Rûsya bedel bidin. Ji ber ku her du welat nahêlin em ber bi pêş ve biçin."

Clinton ji bo biryara civîna Cenevre bikeve meriyetê, ji Konseya Ewlekarî ya NY’yê xwest ku biryarek derbixin. Di civîna Cenevreyê de biryara avakirina Hikûmeteke Demkî li Sûriyeyê hatibû dayîn.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Riabkov îdîayên Clintonê yên ku dibêje Rûsya piştgirî dide Sûriyeyê derewand. Riabkov ji ajansa nûçêeyan a Itar-Tass re axivî û got; “Rûsya, di rewşeke wiha de piştgiriyê nade rejîma Sûriyeyê û ev îddîa derew in.”