Clinton: Heleb ji bo Tirkiyeyê dibe xeta sor be!

Clinton: Heleb ji bo Tirkiyeyê dibe xeta sor be!

Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton diyar kir ku rejîma Esad a Sûriyeyê hêzên xwe vediguhêze derdora Helebê û got; “Ev rewş di warê strastejîk û neteweyî de dibe ji bo Tirkiyeyê xeta sor be.”

Wezîra Derve ya DYA’ê Hillary Clinton tevî Serokkomarê Îsraîlê Şîmon Peres weke axaftvan beşdarî panela li Enstîtuya Brookings a DYA’yê bû û ragihand ku li gorî agahiyên wan bi dest xistine, ev çend roj in artêşa Sûriyeyê leşkeran vediguhêze derdora Helebê. Clinton diyar kir ku , "“Ev rewş di warê strastejîk û neteweyî de dibe ji bo Tirkiyeyê xeta sor be.”

Clintonê Rûsyayê jî bi şandina helîkopteran bo rejîma Esad tawanbar kir û rexneyên tund li Rûsyayê kir. Clintonê diyar kir ku helîkopterên şer ên ku Moskow ji Esad re dişîne, niha di rê de ne û got; “Firotina helîkopterên Rûsyayê dê rê li ber encamên pir tirsnak li Sûriyeyê vebike.”

Clinton di berdewama daxuyaniya xwe de îşaret bi wê yekê kir ku lez dane amadekariyên pêşî yên destwerdana li hemberî Sûriyeyê. Rojnameya The Independent jî di manşeta xwe ya îro de ragihand ku welatên Erebîstana Siûdî û Qeter çekan ji muxalîfên Sûriyeyê re dişînin û ev yek jî bi rêya MÎT’ê li ser Tirkiyeyê re pêk tê.

Rojname vê nûçeya xwe dispêre dîplomateke rojavayî ku li Enqereyê peywirdar e û rojnameyê nivîsand ku çekên bi rêya keştiyan tên Tirkiyeyê, ji wir jî bi rêya kamyonan dibin ser sînorê Sûriyeyê. Dîplomat ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku haya Tirkiyeyê ji vê veguhestina çekan heye û anî ziman ku Enqereyê daxuyaniyek fermî ku vê yekê piştrast bike nedaye.

Dîplomat destnîşan kir ku guman heye ev çek biçin destê rêxistinên Îslamî yên radîkal jî û angaşt ku ev çek piranî diçin destê rêxistinên muxalîfan ên ku têkiliya wan bi Birayên Misilman re hene.Dîplomat bal kişand ku di van rojên dawiyê de Ebdulbasît Seyda kirine Serokê Encumena Neteweyî ya Sûriyeyê (ENS) û got, “Ew zilamê wan e.”

Alîkarê Serokê Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya ji bo Veguhertina Demokratîk û Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ANF’ê re axivî û der barê mijara Seyda de got; “Kêm zêde em wî nas dikin. Ew bi xwe akademîsyenek e, lê belê tu carî bi pirsgirêka Kurd re eleqeder nebûye.” Mislim diyar kir ku lê di malbata wî de hin kesên bi pirsgirêka Kurd re eleqeder dibin hene û got ku hêzên Rojavayî ji bo hin hesabên xwe Seyda derdixin pêş.

ENS, PÊLÎSTOKA DI DESTÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DE YE

Mislim got ku ger Seyda bibe serokê ENS’ê jî bandorek li Kurdan nake û wiha axivî; “Raya giştî ya Kurdan wî nas nake. Tiştek ji bo Kurdan bike tune ye”. Serokê PYD’ê Mislim ENS’ê weke weke “pêlîstoka di destê hêzên navneteweyî de” bi nav kir û diyar kir ku têkiliya ENS’ê bi gel re tune ye.