Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton dê di serdana xwe ya li Tirkiyeyê de bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû re hevdîtinek pêk bîne. Hate zanîn ku mijara sereke ya her du aliyan Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Rojavayê Kurdistanê ye.
Dê îro Tirkiyeya ku bûye baregeha muxalîfên çekdar ên li hemberî rejîma Sûriyeyê şer dikin, hevdîtinên girîng pêk bên. DYA bi awayeke aşkere di raya giştî ya cîhanê de diyar dike ku ew piştgirî didin muxalîfan. Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton dê îro bê Tirkiyeyê.
Clinton dê di serdana xwe ya li Tirkiyeyê de bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû re hevdîtinek pêk bîne. Hate zanîn ku mijara sereke ya her du aliyan Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Rojavayê Kurdistanê ye.
Hate diyarkirin ku dê piştî hevdîtina dê piştî nîvro pêk bê, bi muxalîfîên Sûriyeyî yên Stenbolê re jî hevdîtinekê pêk bîne. Tê payîn ku Clinton di hevdîtinê de dayîna 5.5 milyon dolar alîkariya mirovahî jî aşkere bike.
Clinton, dê piştî serdanên xwe yên li Tirkiyeyê, bi wezîrên derve yên YE’yê re hevdîtin pêk bîne û agahiyên xwe yên der barê muxalîfên Sûriyeyê de bi wan re parve bike.
Ji aliyek din ve, tê payîn ku Wezîrê Derve yê berê yê Cezayîrê Lahdar Brahîmî weke nunerê taybet ê NY-Komkara Ereban bişînin Sûriyeyê.