Colemêrgî û Nisêbîniyan bertekek hişk nîşanî çeteyan da

Colemêrgî û Nisêbîniyan bertekek hişk nîşanî çeteyan da

Li Colemêrg û navçeya Nisêbîn a Mêrdînê komkujiya ku çeteyên El Qaîdeyê li Rojava li dijî gelê Kurd pêkanî bi meşekê hat protestokirin.

Kedkarên girêdayî Platforma Kedkarên Colemêrgê ên KESK’ê piştî meşa ku pêkanîn daxuyaniyek dan çapemeniyê û bertek nîşanî komkujiyên li Rojava dan. Di meşa ku ji ber navenda KESK’ê destpê kir heya ber avahiya Şaredariya Colemêrgê dewam kir bi pankartên wêneyên zarokên Kurd ên li Rojava hatin qetilkirin û nivîsa “Şerm bikin” li ser û dowîzên “Bijî berxwedana Rojava”, “Gelê Rojava bi tenê nîn e”, “Eniya El Nusra, çeteya AKP’ê” hilgirtin.

Di meşê de li gel gelek kedkaran Parlamenterê Colemêrgê yê BDP’ê Adil Zozanî, Hevserokên BDP’ê Esmer Tekîn û Rehmî Kurt, Şaredar Fadil Bedirhanoglû, Hevserokê Navenda Bajar Yavûz Aksaç û nûnerên saziyên civakî tevlî bûn. Piştî meşê berdevkê Demê KESK’ê Cemal Balikesîr ku daxuyanî xwend, komkujiya Rojava şermezar kir û da xuyakirin ku gelê Kurd ê li Rojava berê bi destê rejima Bees dihate qetilkirin, niha jî bi destê çeteyên bixwîn El Nusra rastî komkujiyê tên.

Balikesîr diyarkir ku, li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên girêdayî navçeya Sefîre ya Helebê di nav de zarok û jin jî heyî nêzî 100 Kurdan hatin qetilkirin û 350 kurdên sivîl jî hatin dîlgirtin. Balikesîr got: “Li dijî gelê Rojava e bi wêrekî xwedî li nirxên mirovahiyê ên gerdûnî û nasnameya xwe derdikeve, çeteyên ku êrîşan pêktînin û ên piştgiriya wan dikin nelet dikîn. Çeteyên ku li mekanên weke Mizgeftan ên pîroz fetwayên ‘mal û namûsa kurdan helale’ tu eleqeya wan bi mirovahî û îslamiyetê re tuneye.”

‘ERDOGAN ÇIMA LI HEMBER KOMKUJIYÊ BÊDENGE?’

Balikesîr beriya vê gotinên Serokwezîrê Recep Tayîp Erdogan ên weke “ew dê li hemberî komkujiyên li Sûriyeyê bêdeng nemînin” bibîrxist û banga: “Birêz Serokwezîr dema ku li Rojava li dijî Gelê Kurd komkujî rû dide çima bêdeng dimîne. Sinor belavî çend perçeyan bibe bila bibe, gelê Kurd yeke. Helwesta ku li parçeyek ya Kurdistanê li dijî Kurdan tê kirin, di heman demê de tê wateya helwesta li dijî hemû perçeyên din. Destkeftiyên kurdan nas bikin, destê aştiyê ê hatiye dirêj kirin bigirin û pêngava biavêjin” kir. Balikesîr anî ziman ku, ew weke Platforma Şaxên KESK’ê ên Colemêrgê komkujiyên li Rojava û ên piştgiriyê dikin şermezar dikin û da diyarkirin ku, ew hertim li cem gelê Rojava ne û banga xwedî derketina li gelê Rojava kir.

Lİ NISÊBÎNÊ RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL MEŞIYAN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gelek sazî û dezgehên civaka sivîl ku di nav wan de TMOBB, HDK, Egîtîm-Sen, SES, Tum Bel-Sen, Haber-Sen, BES, Petrol-Îş, Nûnertiya Baroya Nisêbînê, Komeleya Zêrkeran, Cemiyeta Ajokarên Nisêbînê , Komeleya Muhtaran jî hebûn êrîş û qetlîamên bi destê komên çete yên girêdayî El Nusra bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin. Gelek dikandar û esnaf jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Aştiyê bûn.

Di çalakiya ku pankartên wek "Li Binxetê çete, li Serxetê jî AKP", "Bijî serhildana Rojava", "Rojava dilê azadiyê ye", "Qatil El-Nusra, hevkar AKP" hatin hilgirtin dirûşmayên  "Gelê Rojava ne bi tenê ye", "Qatilê Rojava çeteya AKP'ê", "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrkirin. Nûnûrê Egîtîm Sen ê Nisêbînê Abdullah Gokçe, ku daxuyanî xwend wiha got: "Li Rojavaya ku jin û zarokên me bi awayekî bêrehm tên qetilkirin, AKP nahêle ku kamyonên ku pêdiviyên însanî têde hene derbasî rojava bibin. Ev nîşan dide ku hukûmeta AKP’ê komên çete destek dike."

'EM JI BO ROJAVA BÊDENG NAMÎNIN’

Gokçe di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku AKP di aliyekî de ku di pirsgirêka Kurd de pêvajoya aştiyê bi rê ve dibe, ji aliyê din ve jî ku dibe hevkarê zulma li Rojava nejidilbûna wê nîşan dide û wiha berdewam kir: "AKP tenê di tiştekî de jidil e, ev jî ev e ku bi çi awayî be nehêle gelê Kurd qedera xwe tayîn bike. Ji vir em bang li tevayî saziyên mafê mirovan, rayedarên hukûmetê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û raya giştî ya Kurd-Tirk dikin: ji sûcên mirovatiyê yê li Rojava rû dide bêdeng nemînin. Ev berpirsiyariya me ya exlaqî, wijdanî û însanî ye.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.