Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) aşkere kir ku ew ji roja 1990’an ve dest bi girtina daneyan kiriye û ji wê demê heta niha li seranserê cîhanê hejmara rojnamevanên girtî ghiştiye asta herî jor. CPJ ragihand ku di nava welatên ku herî zêde rojnamevan lê hatine girtin de Tirkiye di rêza yekem de ye.
Li gorî lêkolînên CPJ’yê di sala 2012 de hejmara rojnamevanên girtî li seranserê cîhanê gihiştiye asta rekorê. Hat diyarkirin ku piraniya van rojnamevanan bi hincetên “terorîzm” û rexneyên li hemberî dewletan, hatine girtin.
Ji berfanberê ve 232 rojnamevan li pişt şibakên hesinî yên girtîgehan in. Ev yek jî tê wê wateyê ku li gorî sala 2011, 53 rojnamevanên din ên girtî zêde bûne.
REKORA METIRSÎDAR DI DESTÊ TIRKIYEYÊ DE YE!
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) aşkere kir ku ew ji roja 1990’an ve dest bi girtina daneyan kiriye û ji wê demê heta niha li seranserê cîhanê hejmara rojnamevanên girtî ghiştiye asta herî jor. Li gorî daneyên CPJ’yê sala 1996’ê 185 rojnamevan hatibûn girtin û bi vî awayî gihiştibû rekorê. Di warê girtina rojnamevanan de Tirkiye Înra û Çîn serkêşiyê dikin.
Di nava lîsteye welatên ji bo rojnamevanan herî xirab de Erître, Sûriye, Vîetnam, Azerbeycan, Etiyopya, Ozbekistan û Erebîstana Siûdî hene. Li gel Tirkiye, Îran û Çînê, rêza 10’î ya vê lîsteyê temam dikin.
Li gorî CPJ’yê li seranserê cîhanê 63 rojnamevan ji ber sedemên nehatine aşkerekirin di girtîgehan de ne. Li gorî CPJ’yê li Tirkiyeyê niha 49 rojnamevan li pişt şibakên hesînî ne û bi vî awayî Tirkiye welatê ku herî zêde rojnamevan lê hatine girtine. CPJ’yê da zanîn ku rayedarên Tirk rojnamevan, nûçegihan û edîtorên Kurd bi hinceta têkiliya wan bi “terorîzmê” re heye û hin rojnamevanên muxalîf jî bi hincetên li hemberî hukûmetê di komployan de cih girtine tawanbar dike.
CPJ’ya ku li Tirkiyeyê di sala 2012 de lêkolîneke berfireh pêk anî û diyar kir ku piştî vê lêkolînê hate zanîn ku gelek rojnamevanên din ji ber karên rojnamevaniyê hatine girtin û bi vî awayî di hejmara rojnamevanên hatine girtin de zêdebûnek mezin çêbû. CPJ’yê bal kişand ser “Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorîzmê” û diyar kir ku ji ber berfirehiya vê yasayê gelek rojnamevan bi hincetên derbarê komên ne qanûnî yên li Tirkiyeyê de nûçe çêkirine û li ser van miijarên lêkolîn kiriye, yekser ji aliyê raydarên dewletê ve bi “terorîzmê” re hatine têkildarkirin.
CPJ bi bîr xist ku di nava rojnamevanên girtî de Gerînendeyê Weşanê yê berê yê rojnamevaya Kurdî Azadiya Welat Tayyip Temel jî heye û diyar kir ku bi hinceta têkiliya Temel bi rêxistina Kurd na neqanûnî re heye, ji bo wî heta 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Her wiha hate diyarkirin ku delîlên ku dewlet nîşan dide jî tomarên deng û nivîsên bi hempîşeyên bi xwe re pêk anîne pêk tê.
TIRKIYE LI PEY ÎRANÊ TÊ
Li gorî CPJ Tikriye li pey Îranê tê. CPJ destnîşan dike ku Îrana ku 45 rojnamegerên girtî welatê herî xerab yên duyemîn ê cîhanê ye ji hilbijartinên 2009’an û vir de dema xwe ya zextan didomîne.
Di rêza sêyemîn ya welatê herî xerab a cîhanê de ku rojnamegan digire Çînê cih girt. Li vî welatî nivîskarên xwedî nêrîna muxalîf û kesên li ser komên kêmar nûçeyan çêdikin dibin hedefa dewletê û tên girtin. Li Çînê ji 32 rojnamegerî 19 heban alozîya kêmaran ya di 2008’an de dest pê kiribûn weke ku alozî Tîbet û Ûyguran derxistiye holê nivîsandibû.
Erître ku weke welatê herî zêde hiqûqê bin pê dike tê îfadekirin, bi girtina 28 rojnamegeran di rêza çaremîn ya cîhanê de cih digire. Her wiha Suriye jî ji ber girtina 15 rojnamegeran welatê herî xerab yê cîhanê de cih digire. Welatê di rêza 5’emîn yê cîhanê Vîetnam jî 15 rojnamger girtine.
118 ROJNAMEGERÊN LI SER ÎNTERNETÊ DIXEBITIN GIRTÎ NE
CPJ’ê da zanîn ku heta niha li seranserê cihanê 118 rojnamegerên li ser înternetê xebatê dimeşînin d idi girtîgehan de ne. Girtina rojnamegerên li ser înternetê sal bi sal zêde dibe. Her wiha koma duyemîn ya rojnamegerên girtî jî yên rojnameyên rojane digirin. di seranserê cîhanê 77 kes e. Rojnamegerên din yên girtî jî yên radyo, televîzyon û biranşên di ne.
Hejmara rojnamegerên di girtîgehê de li gorî sala 2011’an ji sedî 29.6 zêde bûye û di 10 salên dawî de ji sedî 20 zêde bûye. Bûyerê rojanmegerên di girtîgehê de ji 2010’an heta 2011’an ji sedî 23,4 zêde bûye.
Welatê Burma ji sala 1996’an heta niha cara yekemîn di nav welatên ku rojnamegeran digire de cih digire. Sala borî welat 12 rojnameger bi efûyê serbest berdabû.
Di qeydên CPJ’ê de hejmara herî zêde a qeydên wan de 132 rojnamegere. Lê dema mirov li giştî dinêre ji sedî 57 li gorî salên borî ev her tim wisa didome.
Sûcdariya herî zêde li hemberî rojnamegran tê bikaranîn bergirîdan e. Ji ber vê 19 rojnameger tên girtin. 7 rojnameger ji ber heqereta li dijî ol û baweriyan girtînge. 6 heb in din jî ji ber heqeretê girtînge.
CPJ’yê vedîtinên bûyerên girtîgehan ên 1’ê Tebaxê li Tirkiyeyê ku parçeyek ji lêkolîna berfireh a ku bi salan berdewam kir e, aşkere kir. CPJ’yê wê demê jî piştrast kiribû ku 61 rojnamevan ji ber pîşeyên xwe hatine girtin û 15’yên din jî ji ber şertên kêm zelatir di girtîgehan de ne. Ji tebaxê ve rayedarên Tirkiyeyî hin rojnamevanên ku doza wan berdewam dikirin an jî mehkûm bûn serbest berda.
Li gorî hejmarê, piştî salekê Kuba careke din kete nava rêza welatên ku rojnamevanan diavêje hepsê. Hêzên ewlekariyê bi hinceta heqaretê nûçegihanê ajansa nûçeyan serbixwe ya bi navê Centro de Información Hablemos Press Calixto Ramón Martínez Arias di meha îlonê de girtin.
Piraniya rojnamevanên li seranserê cîhanê hatine girtin, rojnamevanên herêmî ne û ji aliyê dewletê ve hatine girtin. Li gorî CPJ’yê sê rojnamevanên biyanî li welatên din hatine girtin û di girtîgehan de ne.
Li seranserê cîhanê ji 1’ê berfanbarê ve 85 rojnamevanên serbixwe girtî ne û ev yek jî ji sedî 37’ê rêjeya rojnamevanên girtî pêk tîne.
Ji bilî Dhondup Wangchen ê li Çînê girtiye, sê rojnamevnaên din ên ku Xelata Azadiya Çapemeniyê a CPJ wergirtine di girtîgehan de ne. Azimjon Askarov li Qirgizîstanê, Shi Tao in li Çînê û û Muhammed Davari jî li Îranê.