CPT tê Tirkiyeyê

CPT tê Tirkiyeyê

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ji ber binpêkirinên mafan ên di girtîgehên li Tirkiyeyê ku êdî tu sînoran nas nakin, biryara avakirina heyeta bi navê “Ad-hoc” ya ku ji bo rewşên lezgîn tên amadekirin da. Tê payîn ku heyet vê hefteyê bigihe Tirkiyeyê.

CPT, ji ber zêdebûna gilî û gazincên ji girtîgehên li Tirkiyeyê, biryar da ku venêrîneke awerte pêk bîne. Tê payîn ku heyet li Girtîgeha Sîncanê ya ku girtiyên zarok ên li Pozantiyê li rastî tacîz û tecawizê hatin kirin û piştre sewqî wir hatin kirin, lêkolîn pêk bîne. Hat ragihandin ku dê CPT biçe serdana girtîgehên Riha, Sîlîvrî, Osmaniyeyê û tê payîn ku biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têde tê ragirtin.

Li gorî agahiyên ji Strasbourgê hatine bidesxistin CPT dê ji bo serdana xwe ya rûtîn a salane şandeyek venêrînê bişîne Tirkiyeyê. Der barê serdana CPT’yê de rayedarên hikûmeta AKP’ê hat agahdakirin, lê belê heta roja serdanê nayê aşkerekirin ka dê ev heyeta venêrînê biçe serdana kîjan girtîgehan.

Prof. Yakin Erturk ku yekane Tirk endamê CPT’yê ye ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û got; “Ji ber ku ez jî endam im û ji bo kontajana biçe vî welatî hatime hilbijartin, agahî nadin min. Lê bi ya min, ji ber gilî û gazicên ji girtîgehan tên, ez texmîn dikim ku serdaneke awerte be. Ger bên, ez bawer im ew ê ji ber bûyera dawî biçin serdana girtîgeha Rihayê”

Erturk diyar kir ku divê CPT biçe serdana Girtîgeha Rîpa E ya Rihayê û got; “ Tiştên ku li vir qewimîne ji bo binbarîtîyên (mukelefe) me yên navneteweyî bextreşiyek e.Mirov dikare tiştên li wir qewimîne weke “îşkence” bihesibîne. Jixwe girtî û hikûmxwariyan giliyê vê yekê kiribûn. Hiştina mirovan di şert û mercên wiha zor de binpêkirina Peymanên Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya NY û Konseya Ewropayê ne.”