Çû ziyareta birayê xwe yê girtî hat girtin!

Çû ziyareta birayê xwe yê girtî hat girtin!

Li Mûşê welatiyê bi navê Recep Ertunç çû ziyareta birayê xwe yê li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê girtî, hat binçavkirin û piştre hat girtin.

Welatiyê bi navê Recep Ertunç ku ji Colemêrgê ji bo dîtina birayê xwe yê girtî Murat Ertunç hat Mûşê, hat girtin. Recep Ertunç li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê xwest birayê xwe yê girtî Murat Ertunç ziyaret bike. Lê bi sedema ku derbarê wî de berê biryara girtinê heye li girtîgehê hat binçavkirin û şandin dadgehê. Heyeta dadgehê jî bi hinceta derbarê wî de îdîaya "muxalefetî ji zagona meş û xwepêşandanê re kiriye" heye girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.