Dadgeha Bilind cezayê li Serokê BDP'yî hat birîn kêm dît

Dadgeha Bilind cezayê li Serokê BDP'yî hat birîn kêm dît

Cezayê 6 sal û 3 meh ê bi îdîaya "li avahiya navçeyê molotof û teqemenî hatiye dîtin" li Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeya Amed Erxeniyê Îbrahîm Halîl Yaman hatibû birîn ji aliyê 9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve kêm hat dîtin. Dadgeha Bilind xwest bi tewanbariya "çeka bê qanûnî peyda kiriye, ragihandiye û hilberandiye" 15 sal ceza bê dayîn.

Di dema merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aydin Baran ê di sala 2011'an de li bejahiya Hatayê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, bi îdîaya "dê êrîşî hêzên ewlekariyê bike" polîsan avêtin ser avahiya BDP'ê ya navçeya Erxeniyê. Bi îdîaya ku li avahiya partiyê molotof kokteyl hatiye dîtin, bi tewanbariyên "tevî ku ne endamê rêxistina terorê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye", "bê destûr teqemenî veşartiye" "û "propaganda rêxistina terorê kiriye" der heqê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Erxeniyê Îbrahîm Halîl Yaman de li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hat vekirin.

Di rûniştina dozê de Yaman tewanbarî qebûl nekir û xwest bê berdan.

Li Yamanê ku bi daxwaza 20 sal cezay girtinê dihat darizandin, ji tewanbariya "li ser navê rêxistinê propaganda kiriye" 2 sal û ji tewanbariya "bê destûr madeya xetere veşartiye" 8 sal û 4 meh ceza hat dayîn.

Cezayê hat dayîn, ji ber halê wî yê erênî daxistin 6 sal û 11 mehan.

Li ser dijderketina parêzerên Yaman dosya ji bo temyîzê çû ber destê Dadgeha Bilind. 9. Daîreya Dadgeha Bilind dosya lêkolîn kir û cezayê li Yaman hatiye birîn kêm dît û xwest ji tewanbariya "Ji rêxistina terorê re çek peyda kiriye, ragihandiye û hilberandiye" 15 sal ceza bê dayîn. Dosya dozê wê di rojên pêş de ji nû ve were ber destê 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê.