Dadgeha Gel a Amûdê di salekê de 296 doz çareser kirin

Dadgeha Gel a Amûdê di salekê de 296 doz çareser kirin

 Dadgeha Gel a bajarê Amûdê, di nava salekê de 269 doz li gorî zagon û pîvanên civakî çareser kirin.

Dadgeha Gel a bajarê Amûdê di nava salekê de 269 dozên cuda yên welatiyên herêmê çareserkirne. Dadgehê li gorî zagonên navnetewî û hin pîvanên civakî û exlaqî dozan çareser dikin.

Dadgeha Gel a Amûdê 4 ji wan jin ji 7 endamn pêk tê. Rayadarên dadgehê diyar kirin ku dozên welatiyan bi rêya komîteya lihevhatinê, hêzên Asayişê û Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê têne ber destên wan. Her wiha li gor çavkaniyan ji sedî 80 doz yên derbarê pere û zeviyan de ne, ji sedî 20 jî yên pevçûn, dizî, bûyerên trafîkê, berdanan û nakokiyên malbatî ne.

Endamê dadgeha Gel a bajarê Amûdê Nûredîn Bender da zanîn ku ew li gorî zagonên tewanê yên giştî, her wiha li gor pîvan û exlaqên civakî li dozan dinerin û çareser dikin. Bender diyar kir ku carna welatî dozên xwe tînin dadgehê lê piraniya dozan di rêya komîteya lihevhatinê, hêzên Asayişê û Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê têne ber destên wan.

Bender derbarê astengiyên xebatê jî da zanîn ku carna hêzên asayişê ji bo agahdarkirina aliyên dozan dereng dimînin, her wiha gelek caran aliyek yê dozê derdikeve derveyî welat û ew nikarin dozên wan çareser bikin.

Bender her wiha da zanîn ku ew niha hewil didin ku dadgehê bikin du beş, beşek yên dozên civakî û yek jî yên dozen tewanê, her wiha ew hewil didin ku dîwana taybet a dadgehê ava bikin.

Derbarê rola jinan di nava xebatên dadgehê de jî endama dadgehê Şêrîn Ebdilqadir da zanên ku di nava endamên dadgehê de 4 jin hene. Ebdilqadir diyar kir ku ew dozên girêdayî jinan jî çareser dikin û hewil didin ku mafên jinan biparêzin.