Dadgeha Gel a Til Temir 498 doz çareser kir

Dadgeha Gel a Til Temir 498 doz çareser kir

Dadgeha Gel a Til Temir di nava salekê de 498 doz û pirsgirêkên civakî çareser kir.

Dadgeha Lihevhatinê ya Til Temir ku beriya salekê hatibû avakirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên herêmê roleke girîng hilgirtiye ser xwe. Welatiyên Kurd, Ereb, Asûrî û hemû pêkhateyên herêmê serî li dadgehê didin. Rayedarên dadgehê diyar kirin ku wan di pêvajoya salekê de 498 doz û pirsgirêkên civakî çareser kirine.

Çavkaniyên Dadgehê diyar kirin ku di sala derbasbûyî de 574 doz û pirsgirêkên civakî hatine ber destên wan, ji wan dozan 498 doz li gorî nirxên civakî û pîvanên mafên mirovan, hatine çareser kirin, 14 doz radestî Dadgeha Gel ya Herêmê hatine kirin. Çavkaniyan da zanîn 290 doz yên wekatiyên Erebin 14 jî yên welatiyên Asûrî bûn.

Emdanên Dadgehê Tahir Şûrtazî û Ebla Dawid diyar kirin ku piraniya dozên ku piraniya dozên tên ber destên wan dozên civakîne,aborî, çandiniyê û carna jî dozên dizî û kuştinê ne. Endaman da zanîn ku dadgeha wan ya lihevhatinê ye, lewma ew hewildidin ku piraniya pirsgirêkan bi lihevhatinê çareser bikin.