Dadgeha Îranê ji bo berdana xwişk û birayekî 100 mîlyon tîmen dixwaze

Dadgeha Îranê ji bo berdana xwişk û birayekî 100 mîlyon tîmen dixwaze

Dadgeha Înqlabiya bajarê Mahabadê ji bo serbest berdana xwişk û birayekî ji xelkê Bokanê 100 milyon tîmen dixwaze.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, Dadgeha Înqlabiya Mahabadê duh ji bo serbestberdana Efane û Şaho Bayzîdî yên xwişk û birayên hev in 100 mîlyon tîmen (nêzî 35 hezar dolar) ji malbata wan xwestiye.

Efsane  û Şaho Bayzîdî  berî  23 rojan li malê  ji aliyê hêzên îdareya îtlaata bajarê  Bokanê ve hatibûn girtin.

Efsane Bayzîdî xwendekara Zanîngeha Payam Nûr a bajarê Mahabadê ye û heta niha sedema girtina wan nayê zanîn.