Dadgeha Makeqanûnê ya Spanyayê, der barê Partiya Sortu ya ku îdîaya berdewama partiya BATASUNA’yê ye ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû girtin de de biryar da û diyar kir ku partiya Sortu qanûnî ye.
Dadgeha Makeqanûnê ya Spanyayê duh biryara Dadgeha Bilind a der barê Partiya Sortu ya welatê Baskê de nirxand.
Partiya Sortu ji bo bikare beşdarî hilbijartinên mijdara 2011 yên li Spanyayê bibe, di sibata 2011 de hat damezrandin. Lê bi hinceta partiya Sortu baskê siyasî yê ETA’yê û berdewama partiya Batasuna ya ku di sala 2003 de hatibû girtin e, di adara 2011 de hat qedexekirin û nekarî beşdarî hilbijartinê bibe.
Dadgeha Makeqanûnê îtîraza li hemberî biryara qedexekirinê nirxand û biryara da ku Sortu parityeke siyasî û qanûnî ye.