Dadgehê teferruat nas nekir parastina kurdî red kir
Dadgehê teferruat nas nekir parastina kurdî red kir
Dadgehê teferruat nas nekir parastina kurdî red kir
73'emîn rûniştina doza KCK'ê ya 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran bi xwendina delîlan berdewam dike. Heyeta dadgehê guhertina zagonê ya parastina zimanê zikmakî li ber çavan negirt û parastina zimanê zikmakî red kir.
73'emîn rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ku di nav de şaredar, parlamenter, parazvanên mafên mirovan jî hene yên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê berdewam kir.
Di rûniştinê de 32 girtî 33 siyasetmedar amade bûn û 76 girtî jî ji ber bi rapor bûn tevlî rûniştinê nebûn. Rûniştina dozê bi xwendina delîlên di derbarê siyasetmedaran de berdewam dike. Di rûnişitnê de destpêkê Prz. Mustafa Yildiz diyar kir ku, meclisê parastina zimanê zikmakî qebûl kir û ji bo parastina zimanê zikmakî werger xwest. Yildiz anî ziman ku, ger dadgeh nikaribe werger bibîne bila rûniştina dozê taloq bike. Daxwaza Yildiz ya parastina zimanê zikmakî û wergerê ji aliyê heyetê ve bi gotina "Em teferruata zagonê nizanin" daxwaza parêzer û parastina kurdî red kir.
Rûniştin bi xwendina delîlên di derbarê Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay de berdewam dikin.