Dadgehên Gel ên Botan-Zagrosê ava bûn

Dadgehên Gel ên Botan-Zagrosê ava bûn

Dîwana Edaletê ya Bilind a KCK'ê, ji bo li dozên tên ber destê wan binêre, li gel HPG'ê Dadgehên Edaleta Gel ava kir.

Berdevkê Dîwana Edaletê Qazî Aware diyar kir ku ji bo gelê Kurd edaletê bi destê xwe ewle bike, wan li qadên Botan û Zagrosê Dadgehên Edaletê yên Gel ava kirine.

Aware got, "Dewlet, darizandinê weke milkê xwe dibîne. Di vê mijarê de civak bê parastin hiştiye. Yanî hiqûqa dewleta mêtînger, dewletê li hemberî civakê diparêze, civakê mehkeme dike, dewletê bêguneh nîşan dide. Pergala hiqûqa mêtînger, rewakirina pergala mêtîngeriya serdestane. Îşkence, tundî, asîmîlasyon û qirkirin, hemû dewleta Tirk rewa dikin." Aware destnîşan kir ku gelê Kurd dê di nava vê pergalê de edaletê nebîne. 

Aware ragihand ku hêmanên pergala edaleta Tirk li ser komkujiya fîzîkî ya gelê Kurd hatine avakirin û destnîşan kir ku Dîwana Edaletê ya Bilind a KCK'ê, edaletê malî gel dike û bi vî rengî civak pirsgirêkên xwe çareser dike.

Aware diyar kir ku Dîwana Edaletê ya Bilind a KCK'ê, li qadên Botan û Zagrosê li gel HPG'ê, bi armanca çareseriya pirsgirêkên civakî Dadgehên Edaletê yên Gel birêxistin kiriye û anî ziman ku her Kurdên li Bakurê Kurdistanê dijîn ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên xwe yên civakî dikarin serî li Dadgehên Edaletê yên Gel bidin.