Dadger: Bi kurdî bi axive lê kin bi axive!
Dadger: Bi kurdî bi axive lê kin bi axive!
Dadger: Bi kurdî bi axive lê kin bi axive!
Rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" bi peywirdarkirina wergeran parastina kurdî berdewam dike. Di rûniştinê de delîlên derbarê Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Alî Şîmşek hatin xwedin û Şîmşek piştî mafê parastina kurdî hate nasin xwest ku nirxandinan bike. Serokê dadgehê ji Şîmşek re got; "Di zagonê de gotinekî maf xirab bikaranî heye. Gotinên hûn dibêjin dibe ku dûr bi vê yekê re eleqeder bin. Tenê çalakiyên navê wan derbaz dibin hûn tevlî bûn an na bi gotina 'Erê' û 'Na' bersivê bibin."
Rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" ya Amedê ya 108 kes jê girtî ya 175 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê berdewam dike. Di rûniştinê de delîlên di derbarê Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Alî Şîmşek de tên xwendin. Di doza nêzî 4 salin berdewam dike her tim ji ber "Parastina kurdî" dihate redkirin tu pêşketin çênedibin û yekemîn car mafê parastina zimanê zikmakî hate qebûlkirin. Ji bo mafê parastina zimanê zikmakî werger bê peywirdarkirin navbera hatibû dayîn û piştî werger sond xwar rûniştinê careke din dest pê kir.
WERGER JI KURDÎ-DER'Ê
Delîlên di derbarê Alî Şîmşek de hatin xwedin, tevlîbûna daxuyaniyên bi armanca şermezarkirina operasyona dersînor, tevlî daxuyaniya şermezarksirina girtina DTP'ê û zextên li ser zimanê kurdî, tevlî Newrozê, mîhrîcan û konferansan, xwedî derketina kesê li Lîceyê hatiye kuştin û bi malbata wî re eleqedarbûyîn hemû weke xebatên "KCK'ê" hatin nirxandin. Di dema xwendina delîlan de Şîmşek bersiva pirsan bi riya Serokê Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê yê berê Burhan Zorooglu bi kurdî dan û wiha got: "Em 3 salin bi awayekî neheq tên darizandin û her tim me bi israr dixwast bi zimanê zikmakî parastinê bikin. Ji bo me mafê parastina kurdî dayîn geşedanekî erêniye. Demekê Kurd ji ber ku bi zimanê dayîka xwe diaxivin rastî cezayên pere dihatin. Di 84'an de li Girtîgeha Amedê dema ku di hevdîtinan de me bi malbatên xwe re kurdî diaxivî em rastî îşkenceyê dihatin."
Dema Şîmşek diaxivî serokê dadgehê ket navberê û got; "Di zagonê de gotinekî maf xirab bikaranî heye. Gotinên hûn dibêjin dibe ku dûr bi vê yekê re eleqeder bin. Tenê çalakiyên navê wan derbaz dibin hûn tevlî bûn an na bi gotina 'Erê' û 'Na' bersivê bibin." û gotinên Şîmşek birîn. Şîmşek jî diyar kir ku, geşedana pêk hatine girînge û ew dixwaze nirxandinan bike û li ser girîngiya nasina mafê parastina zimanê zikamkî nirxandinekî kin kir.
Piştî nirxandina Şîmşek navber ji rûniştinê re hate dayîn.