Dadger hêza xwe negirt: Li kesekî 8 caran cezayê muebbetê û 415 sal birî
Dadger hêza xwe negirt: Li kesekî 8 caran cezayê muebbetê û 415 sal birî
Dadger hêza xwe negirt: Li kesekî 8 caran cezayê muebbetê û 415 sal birî
Hakîmê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê Mesut Gokhan de bi îdiaya li Cizîrê tevlî 2 çalakiyan bûye û 7 leşker kuştine û 25 leşker jî birîndar kirine 8 caran cezayê muebbeta giran û 415 sal cezayê hepsê û 20 hezar TL cezayê pereyan birî.
Rûniştina biryarê ya Mesut Gokhan, Yahya Altin û Îbrahîm Kaya ên bi îdiaya tevlî 2 çalakiyan bûye û 7 leşker kuştine û 25 leşker jî birîndar kirine li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de girtî û parêzerên wan amade bûn. Mesut Gokhan, parastin kir û diyar kir ku endamê rêxistinê ye. Kayhan kuştina 7 leşker û birîndarkirina 25 leşkeran red kir. Bersûc Îbrahim Kaya jî anî ziman ku tevlî çalakiyan nebûye û sûcdariya der barê wîde red kir. Heyeta dadgehê jî bi îdiaya Mesut Gokhan di 13'ê Mijdara 2007'an de ketiye şer û Gokhan Yavuz, Gokhan Soylu, Ozkan Kiliç, Zekî Yolcu, Turan Dağmaci, Erhan Karataş û Erdem Yuce kuştiye 7 caran cezayê muebeta giran birî. Dadger bi îdiaya Gokhan 25 leşker birîndar kirine jî 415 sal cezayê hepsê û 20 hezar cezayê pereyan biri.
Heyetê der barê Yahya Altin de jî bi îdîaya endamê rêxistinê ye" 7 sal ceza û li Îbrahim Kaya jî 18 sal cezayê girtîgehê birî.