Dadgerî li gel kiryarên kiryar ne diyar e!

Dadgerî li gel kiryarên kiryar ne diyar e!

Di gilînameya ji aliyê 2. Dadgeha Ceza ya Esliye ya Stenbolê ve hat qebûlkirin de, beyanên malbatên qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar ne delîl lê weke heqaret hatin dîtin. Dozgerê Komarê H. Hasan Bolukbaşi hestiyên ku piştî 18 salan di kolandina li gundê Katarli de derket ji nedîtî ve hat û li ser giliyên albay ê teqawît Hasan Atîlla Ûgûr ku bi van kuştinan de re der heqê wî de lêpirsîn hatiye vekirin, li hemberî rojnameya Ozgur Gundemê ji ber beyanên malbatan kiriye nûçe, doz vekir. Rûniştina destpêkê ya dozê wê di 19'ê Mijdarê de li 2. Dadgeha Ceza ya Esliye bê dîtin.

Li Tirkiyê, ku gelek leşker ne ji ber bûyerên kuştinê yên şerê qirêj ji ber hewldana derbeyê ceza girtine, bi dehan rojnamevanên ku ev bûyerên kuştinê ronî kirine û kirine nûçe, di girtîgehan de ne. Yek ji mînakên berçav ên vî mejiyê çewt, di gilînameya roja 9'ê Îlona 2013'an pêşkêşî 2. Dadgeha Ceza ya Esliye ya Stenbolê hat kirin de, hat dîtin. Gerînendeya Weşan Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê Parêzer Eren Keskîn, ku der heqê wan de lêpirsîn hat vekirin daxuyanî da ANF'ê û got, "Kujer hînê di nava me de digere, lê der heqê kesên ev bûyerên kuştinê kirine nûçe doz hatiye vekirin. Ev yek rewşeke gelekî îronîk e."

Beyanên malbatên qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar ên der barê bersûcê Ergenekonê albayê teqawît Hasan Atîllah Ûgûr de, ku Ûgûr di sala 1995'an de dema li navçeya Mêrdîn Qoserê wezîfe dikir navê wî di gelek bûyerên kuştinê de derbas dibû, ji aliyê Dozgerê Komarê yê Stenbolê H. Hasan Bolukbaşi ve weke heqaret hat dîtin. Der heqê mudura karê nivîsê û xwediya îmtiyazê ya rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan û Gerînendeya Weşana Giştî ya rojnameyê Parêzer Eren Keskîn de bi sedema beyanên malbatan kirine nûçe û weşandine, li 2. Dadgeha Ceza ya Esliye ya Stenbolê doz hat vekirin.

Nûrettîn Yalçinkaya û birazê wî Nejat Yalçinkaya di sala 1995'an de hatibûn binçavkirin û dûre hay ji wan çê nebûbû. Piştî ku hestiyê wan di encama kolandina li Gundê Katarli li dû 18 salan hatin dîtin, Ozgur Gundemê bi malbatan re hevdîtin kir, beyanên malbatan kiribû nûçe û îfadeya malbatan bi sernavê "Albay ê kujer Atîlla Ûgûr-JÎTEM û cerdevanan kuştin" di manşetê de dabû. Ev bûyer, li ser giliyê albayê teqawît Atîla Ûgûr û ji ber nivîsa Serdozgeriya Komarê ya Qoserê ya 03.09.2013 a bi hejmara 2013/1284 Tal bû mijara dozê. Dozgerê Komarê yê Stenbolê ev rewş hemû ji nedîtî ve hat û ji ber nûçeya ku di rojnameya Radîkalê de jî hat weşandin, der heqê Mudura Berpirsyar Reyhan Çapan û Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn de doza heqaretê vekir.

EV DOZ NÎŞAN DIDE KU HIŞMENDIYA DEWLETÊ NEGUHERIYE

Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Parêzer Eren Keskîn bibîr xist ku li Kurdistanê di navbera salên 1990-97'an de gelek kes di binê çavan de hatine windakirin û destnîşan kir ku der heqê van windakirinan de kesekî bi tenê jî ceza nexwariye. Keskîn diyar kir ku kiryar her tim nediyar hatine hiştin û ji aliyê dewletê ve bi awayekî zelal hatine parastin û got, "Der heqê van kiryaran doz nayê vekirin, lê li hemberî kesên der heqê rayedarên navên wan di bûyeran re derbas dibin nûçe weşandine de doz tê vekirin. Ev yek nîşan dide ku hişmeniya dewletê neguheriye."

REWŞEKE GELEKÎ ÎRONÎK E

Keskîn da xuyakirin ku diviyabû dozgeran nûçeya hatiye weşandin weke îxbar qebûl bikira û bi ser nûçeyê de biça, lê berevajî der heqê rojnameya nûçe çê kiriye de doz vekirine. Ev yek nîşan dide ku hişmendiya kuştinên kiryar nediyar hînê ji aliyê dewletê ve tê dewam kirin. Keskîn ragihand ku ev rewş di heman demê de nîşan dide ku vîneke ji bo dîtina kiryarên kuştinên ne diyar li holê nîne û got, "Kujer hînê di nava me de digerin, lê der heqê kesên ev bûyerên kuştinê kirine nûçe de doz hatiye vekirin. Ev rewş gelekî îronîk e."