Rusya: Gefên DYA’yê nayên pejirandin
Rusya: Gefên DYA’yê nayên pejirandin
Rusya: Gefên DYA’yê nayên pejirandin
Rusyayê, da xuyakirin ku gefên derswerdana leşkerî li ser Sûriyeyê yên DYE’yê nayên pejirandin û raste rast ziyanê dide hiquqa navnetewî.
Rusyayê bertekên tund li himberî daxuyaniyên DYA’yên derbarê destwerdanekî bi sinor û teng li himberî Sûriyeyê nîşan da.
Berdevkê Wezîrê Karê Derve Aleksander Loekasjevitsj di civîna çapemeniyê ya ku li Moskovayê dayî de got: “ Em van gefan napejirînîn”
Loekasjevitsj, got “Ji derveyî Konseya Ewlekariya NY’î şidet bê bi karanîn tê wateya binpêkirina huqîq navnetwî. Wê çareseriya kirîza Sûriyeyê di milê siyasî de aloztir bike. Wê rêyên çareseriyê zehmet zehmet bibin û wê bi be sedema mirinên zêdetir.
Serokê DYE’ yê Barack Obama di daxuyaniya ku di roja înê de di derbarê destwerdana leşkerîya li ser Sûryeyê de destnîşan kirî bû ku, me hin biryara xwe ya dawî nedaye û anîbû ziman ku wê tevgerekî “ bi sinor û teng” çêbibe.
Obama, di ceza kirina sûriyê de wê mesaja “Biryargirtina qedexekirina bi karanîna çekên kîmyawî di hevgirtina navnetewî de” dê bide.