DAIŞ'ê dorpêçkirina Efrînê xurt dike

DAIŞ'ê dorpêçkirina Efrînê xurt dike

Li derdora herêma Efrînê Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser bendên kontrolê xwe belavokek belav kir û derbasbûna hemû pêdiviyên welatiyan qedexe kirin.

Di belavoka ku ji aliyê "Wilayeta Helebê" wekî tê bi nav kirin de ya girêdayî DAIŞ'ê hatiye diyar kirin ku hemû madeyên xwarin û alîkariyên mirovahî yên derbasî herêma Efrînê dibin dê werin desteserkirin. Her wiha di belavokê de hatiye destnîşankirin ku her kesekî derveyî van agahiyan tevbigere dê rastî lêpirsîna dadgeha îslamî ya Wîlayetê were.