DAIŞ’ê li Kobanê 8 sivîl qetil kirin, 11 kes jî revandin
DAIŞ’ê li Kobanê 8 sivîl qetil kirin, 11 kes jî revandin
DAIŞ’ê li Kobanê 8 sivîl qetil kirin, 11 kes jî revandin
Dijminê mirovahiyê DAIŞ di hovîtiya xwe de sînoran nas nake. Hat ragihandin ku li gundên rojhilatê Kobanê, jin û zarok jî di nav de 8 sivîl ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin û 11 welatî jî hatine revandin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, çeteyên DAIŞ’ê 5 welatiyên gundê Qeremûx ên bi navên “Mihemed Oso (55), kurekî wî yê navê wî nehat zanîn, Muslim Qadir (60), Mihemed Elî û Nebo Sîno” bi awayekî hovane qetil kirine.
Her wiha çeteyan du zarokên ku pezên xwe li gundê Xerbîsan diçêrandin bi hovîtî qetil kirin. Li gundê Eyn El-Bet jî sekvanekî çeteyan jinek ku navê wê nehat zanîn hedef girtin û qetil kirin.
Li gundê Koşkar û Eyn El-Bet ên rojhilatê herêmê jî çeteyan 11 welatiyên sivîl di nava wan de jin û zarok jî hebûn revandin. Hin ji navê ku hatine naskirin ev in: “Hecî Xelîl Koro û du keçikên wî Newroz û Melek ên ji gundê Koşkar û sê birayên hev ên bi navên Ehmed Muslim, Selah Muslim û navê birayê sêyemîn jî nehat zanîn, Salih Keçelo û hevjîna wî û 3 zarokên wî yên Eyn El-Bet”
Çarenûsa welatiyên ku hatine revandin hê jî nehatiye zanîn.