DAIŞ'ê rehîneyên Tirk berdan

DAIŞ'ê rehîneyên Tirk berdan

49 peywirdarên balyozxaneyê yên li Mûsilê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin serê sibê serbest hatin berdan.

49 peywirdarên Balyozxaneya Tirk ên Mûsilê yên piştî dagirkiriya çeteyên DAIŞ'ê hatibûn girtin serê sibê seat di 05:00'an de serbest hatin berdan.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi rêya twîttera xwe ragihand ku peywirdarên balyozxaneyê  hatin berdan.

Berê mijara girtina peywirdarên balyozxaneyê ku di encama lihevhatinekê de hatine girtin, hatibû rojevê.

Tê îdîakirin ku peywirdarên balyozxaneyê li hemberî dewlet Tirk di demên dawî de alîkariya çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşê Kobanê dikin, serbest hatin berdan.

49 kes li Deriyê Sînor ê Akçakaleyê teslîmî Midûrê Polîsan ê Rihayê Eyup Pinarbaşi û rayedarên MÎT'ê hatin kirin. Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê herî zêde li vê herêmê êrîşên li Kantona Kobanê dikin.