DAIŞ ji wargeha Atma êrîşî Cindirêsê dike

DAIŞ ji wargeha Atma êrîşî Cindirêsê dike

Komên çete yên girêdayî dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) ku di wargeha penaberan a Atma’yê ya ku li ser sînorê Tirkiyê dikeve bi tangan navçeya Cindirêsê topbaran kir û 3 top li nêzî bajarê Cindirêsê ketin.

Komên çete yên girêdayî DAIŞ yên ku di wargeha penaberan a Atmayê ya ku li ser sînorê Tirkiyê dikeve û nîvê wargehê di aliyê Sûriyê, bi tangan navçeya Cindirêsê topbaran kir. Di encama top baranê de 3 top li nêzî bajarê Cindirêsê ketin, 2 top li başûrî riya gundê Hecîler li nav zeviyan ketin û ya din jî li rojavayê riya Til Silorê ket û ziyanên madî bi darên zeytûnê bûn.

Wargeha Atma ya penaberan li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê ye, nîv li aliyê Tirkiyê ye û nîvê din dikeve aliyê Sûriyê. Dewleta Tirk di riya vê wargehê re piştgiriya DAIŞ dike, komên DAIŞ di wargehê de diparêze û ji vir bi çekên curbecur navçeya Cindirêsê bombebaran dike. Hin çavkaniyan herêmî diyar kirin ku dewleta Tirk ambolansên bi çekan dagirtî derbasî aliyê Sûriyê dike û birîndarên DAIŞ radike Tirkiyê.