Damezrandina PKK li Bîelefeld’ê hat pîrozkirin

Damezrandina PKK li Bîelefeld’ê hat pîrozkirin

Li bajarê Almanya Bîelefend’ê bi şahiyekê 35. salvegera damezrandina PKK hat pîrozkirin. 

Bi tevlîbuna 2 hezar kesên ku li derdore Bîelefeld’ê dijîn şevek ji aliyê Civaka Azad ve hat organîzekirin. Şev bi deqeyek rêzgirtinê jib o bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û berdevkê Civaka Azad Tahir Koçer axaftina vekirinê kir. Koçer got PKK gelê Kurd ji nû ve derxistiye ser rûyê dîrokê û got; “bi tekoşîna 35 salan re gelê Kurd ji nûve derketiye ser dika dirokê. Eger îro Kurd li çar parçeyan xwedî destketiyên mezin bin ev bi saya tekoşîna 35 sala ne.” Piştî axaftina Koçer berdevkên Federasyona Komeleyên Asûrî Suryanî, Êzidî, Civaka Îslamî û Komeleyên Elewiyan peyamên xwe pêşkêşî şevê kirin.

Di şevê de endamê KNK Nîzamettîn Togûç axaftinek kir. Togûç bal kişand berdelên ku di têkoşîna 35 salan de hatine dayîn û ev tişt got; “têkoşîna ku gelê Kurd dimeşîne di serî de gelê Rojhilata Navîn bûye bawerî ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê. Ew rewş bi taybet li Rojavayê Kurdistanê bi bicihhatina felsefeya Rêber Apo piştrast bûye.” Togûç di axaftina xwe de got Rojava yek ji destketiyên têkoşîna 35 salane pêwîste hemû Kurd xwedî lê derkevin.   

Di şeva ku li ser dîroka PKK sînevîzyonek hat nişandin de Çetîn Oraner, Abbas Ahmed, Slêman Rengîn, Kadîr Çat, Narîn Şêxê û Mahmo derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. Di şevê de folklor û tiyatro hatin pêşkêşkirin û ciwan li ber stranên hunermendan govend gerandin.

Di heman demê de ji welatparêzên zêdeyî 20 salin xizmet dane civaka Kurd Yoldaş, Bagok, Suleyman û Dayika Zekiye ya 2 kurên xwe di rêya azadiyê ce feda kiriye, li pêşberî gel plaket hat dayîn.