Dadgeha temyîz a Îngilîstanê daxwaza îtîrazê ya damezrênerê Wikileaksê Julian Assange red kir. Hikûmeta Swêdê ji ber sucê tacîz û tecawizê daxwaza radestkirina damezêrnerê Wikileaksê Julian Assange dikir.
Parêzerên parastinê dabûn diyarkirin ku biryara girtinê ya der barê Assange de ne derbasdar e. Lê dadgehê biryara da ku daxwaza radestkirinê ya ji Swêdê hat, li gorî qanûnan e.
Julian Assangeyê 40 salî, demek dirêj e li Îngilîstanê dimîne. Hikûmeta Swêdê Assange bi sucê tacîz û tecawizê yên di sala 2010 de tawanbar dike. Lê tê diyarkirin ku sedema siyasî ye.
Ji ber ku Assange di malpera xwe de gelek belgeyên veşarî yên Wezareta Derve ya DYA’yê yên têkilldarî gelek welatan weşandibû. Di nava van welatan de Swêd jî heye.
Xistina meriyetê ya biryara der barê Assange de ji bo du hefteyên din hate taloqkirin.