Danezana encamê ya konferansa YJA Star aşkera bû
Danezana encamê ya konferansa YJA Star aşkera bû
Danezana encamê ya konferansa YJA Star aşkera bû
Danezana encamê ya 6. Konferansa Asayî ya YJA Starê, ku di navbera 27'ê Mijdar-4'ê Kanûnê de pêk hat, aşkera bû. Şîara konferansa bi beşdariya 134 delege û mêvanan "Em têkoşîna Sara û Rojînan bilind bikin, esareta Rêber Apo bişkînin" bû.
Di danezana encamê ya konferansê de hat ragihandin ku li ser bingeha nirxên têkoşînê yên di encama pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî derketin holê de asta heyî ya îro hatin nirxandin û biryardariya serxistina têkoşînê derketiye holê. Di danezanê de hat gotin, "Di serî de qadên Bakur ji tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî li 6. konferansa me bûye. Konferansa me ya li 35. salvegera damezrandina PKK'ê rast hat, gihaşt wê biryardariyê ku ruhê têkoşîna azadiya jinê ku cewhera rastî ya PKK'ê ye, di roja îro de jî bê dewamkirin.
Di 20. salvegera artêşbûyîna gerîla ya têkoşîna azadiyê ya jinê de, ku bi pêşengiya yek ji damezrînerên PKK'ê heval Sara bilind bû, bi xebata milîtaniya fedaî ya Rojînan re gihaşt asta herî bilind. Ev xeta me ya jiyan û têkoşînê bi kesayetiya bi dehan hevalên me yên jin ên di nava têkoşînê de şehîd ketin, xwe îfade dike."
Di danezana encamê hat destnîşankirin ku di demên destpêkê yên artêşbûyîna gerîlayên jin de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perspektîfa "Jina li nava PKK'ê bibe artêş û azad bibe, dê di jiyanê de bibe garantiya serketinê" û wiha hat gotin:
"Xeta me ya berxwedan û jiyanê ku têkoşîna me ya bi vê perspektîfê derxist holê, li Kurdistanê bûye temînata parastin û jiyana jinê û gelê me. Mîrateya têkoşîna azadiya jinê derxistiye holê, îro li hemû parçeyan artêşbûyîna jinê ku hêza parastina cewheriye, derxistiye holê. Weke artêşa gerîlayên jin, 6. Konferansa me li ser bingeha vê rastiyê biryarî û asteke xurt a îdîayê derxistiye holê. Li ser bingeha perspektîfa 'Ne mîna berê emê şer bikin, ne jî mîna berê emê bijîn' a Rêber Apo, ji bo jiyaneke birûmet û azad, ji bo serketina têkoşînê konferansa me weke wezîfe û şertekî destnîşan kiriye ku divê hêzên me yên YJA Star xwe ji nû ve birêxistin bikin. Li gel rastiya şervaniya fedaî ya ku pêngava Şerê Gel a Şoreşger piştî sala 2011'an derxist holê, kêmasiyên me yên di vê demê de li Konferansa me ya 6. bi nîqaşan hatin nirxandin û rexnedayîneke xurt di vî warî de hatiye dayîn."
Hat ragihandin ku encamên têkoşîna berxwedanê ya 30 salan li hemû parçeyên Kurdistanê û ev dema fînalê ku Ocalan weke pêvajoya şoreşê bi nav dike, bi dorfirehî hatine nirxandin.
Di danezana encamê de hat gotin, "Her wiha tespît hatiye kirin ku artêşbûyîna jinê di vê pêvajoya ji nû ve avabûnê de ji bo serketinê, bi mîsyona pêşengiyê re rû bi rû ye" û ev tespît hat kirin: "Konferansa me li ser vê bingehê pêşketinên siyasî û leşkerî yên li herêmê û Kurdistanê nirxandiye, berpirsyariyên ev pêvajo li ser milê me YJA Star dike tespît kiriye û ji bo serketinê jî biryardariya pêwîst derxistiye holê.
Li dû hevdîtinên payiza 2012'an ên heyeta dewleta Tirk li Îmraliyê di encama pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de destpê kir, Rêberê me xwestiye ku têkoşîna me veguhere rêbazeke têkoşîna demokratîk ku encam jê were girtin. Bi hevdîtinên heyeta dewletê bi Rêberê me re, hevdîtinên heyeta BDP'ê li Îmraliyê û rêveberiya tevgera me re ev pêvajo gihaştiye qonaxekê û li ser vê yekê Rêberê me di Newrozê de 'Pêngava Ji nû ve Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk' daye destpêkirin. Destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî ya têkoşînê, bêguman pêwendiya xwe bi asta têkoşîna me û pêşketinên hundir û devre re heye."
Di danezana encamê de hat ragihandin ku hêzên paşverû yên herêmê û statukoparêz hewl didin têkoşîna demokratîk a Ocalan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê daye destpêkirin û bandora şoreşa li Rojava sabote bikin û ev xal hat destnîşankirin, "Tê xwestin pêşî li encamgirtinê were girtin. Rastiya heyî, hewldanên pûçkirina pêvajoya çareseriyê, nedîtina hewldanên Rêber Apo, ket û fedekariyên tevgera me û gelê m ye. Hikûmeta AKP'ê hewl dide vê pêvajoyê jî qurbanî hesabên xwe yên hilbijartin û desthilatdariyê bike. Li dijî vê rewşê divê em weke gel û tevgerê, li ser bingeha perspektîfên Rêberiya me yekitî û rêxistinbûyîna xwe xurt bikin, li gorî hevsengiyên rojane yên herêmê polîtîkayên afirîner derxînin holê, li ser bingeha feraseta ku em weke xeta polîtîk a sêyemîn bi nav dikin sekneke bi pîvan nîşan bidin, di nava lêgerîna tifaq û têkiliyên dewlemend û afirîner de bin. Li aliyê din jî li hemberî îhtimala hemû êrîşan tedbîrên xwe yên parastina gel û tevgera xwe di asta herî bilind de bigirin. Ev rewş ji bo şoreşa Kurdistanê û dema fînalê wezîfeya me ya bingehîn e."
Di danezana encamê ya konferansê de hat gotin, "pevçûna li herêmê pêk tê, ji bo gelê kurd û gelê herêmê derfetê şoreş û azadiyê diafirîne û li gel vê jî gefên ku hebûna gelê kurd dike xetereyê jî dihundirîne." Di danezana encamê de hate diyar kirin ku ji ber vê sedemê ji bo ku konferans li dijî her cureyê xetereyê û êrîşan berxwedan û parastineke berfireh pêk bîne divê hêzên YJA Starê ji her demê zêdetir di pozîsyona şer de xwe amade bike.
Di danezana encamê de hate diyar kirin ku 6. Konferansa YJA Starê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna xweseriya demokratîk wek peywira sereke daye ber xwe.
Hate diyarkirin ku ji bo dema nû biryarên gelek girîng hatine girtin û ji van biryaran hinek wihane;
-YJA Star, azadî, ewlehî û tenduristiya serokatiyê dike hinceta sereke ya têkoşîna xwe.
-Bi şîara ‘Têkoşîna Sakîneyê azadiya jina ye’ bi îdiaya azadiya têkoşîna berxwedana destanî ya hevala Sara û xeta Sarayê re partîbûn esas girtin.
-Di her şert û mercî de divê jiyan, ahlaq û çanda partîbûnê li her qadê bê parastin, partîbûn esas girtin û ji bo vê şerê heqîqetê bê dayîn. Ev yek wek peywirê hatiye diyar kirin û divê partîbûn di asta hamleyê de bê destgirtin û divê di HPG’ê de pîvanên jiyana azad bê bilindkirin.
-YJA Star li diJî her cureyê êrîşên li hemberî gelê me û jinan têkoşînê esas digire.
-Di şexsê hevala Rojîn Gevda, Çîçek, Revan, Jîn, Arjîn Garzan, Binevş, Ronahî de, ruh û biryara di şehîdên şerê Gel yê Şoreşger de şênber bûye, dê esas bigirin û di vê esasê de avabûneke nû ya ku azadiyê pêk tîne esas bigire.
Di dawiya danezana encamê de hate destnîşan kirin ku di van esasan de biryara azadiya Ocalan, gelê kurd û jinan hatiye girtin.
Her wiha hat diyar kirin ku di 20. salvegera artêşa jinan a azad de ji her demê zêdetir nêzî serkeftinê ne û got: “ Em van rojên xwe deyndarê şehîdên xwe ne. Ji bo bîranîn û nirxên têkoşînê peywira me ya sereke azadiya gel û jina ye. Di vê esasê de em jinên berxwedêr û hemû gelê xwe silav dikin û bang dikin ku hemû kes têkoşîna demokratîk bilind bikin.”