Danişîna Doza KCK'ê ya Wanê dest pê kir

Danişîna Doza KCK'ê ya Wanê dest pê kir

3'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî di nav de 8 jê girtî 13 siyasetmedarên kurd li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê dest pê kir. Bi sedan kesên ku li Edliyeyê kom bûn, slogana "Dest nedin vîna min" berz dikin.

3'emîn rûniştina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di navde 8 jê girtî 13 kesên ku ji doza KCK'ê tên darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê dest pê kir. Di rûniştinê de li gel girtiyan, endam û rêveberên BDP'ê, şaredarên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê, Parlamenterên BDP'ê Ozdal Uçer, Nazmi Gur, Husamettin Zenderlîoglu, Demîr Çelîk, Şaredarê Yenîşehîrê yê berê Firat Anli, endam û rêveberên BDP'ê yên Wanê, nûnerên ÎHD, Saziyên sivîl ên civakî û parêzerên Baroya Wanê jî di navde gelek kes amade bûn.  Polîsan avahiya Edliyeya Wanê ku berê Girtîgeha Tîpa M a Wanê bû dorpêç kirin. Lê dîsa li gel vê yekê bi sedan welatiyên li ber avahiya Edliyê kom bûn pankartên "Di 29'ê Adara 2009'an de me hilbijart, Di 29'ê adara 2013'an de jî em dê azad bibin" û "Dest nedin vîna me", "Em li heman cihî di hema dîrokê de Di 29'ê Adara 2009'an de bi vina xwe re dibin yek" vekirin û wêneyên siyasetmedarên girtî vekirin. Welatiyên ku di hewaya sar de rawestiyan agir pêxistin û xwe germ kirin. Girsê bê navber "Şaredar Bekir" û "Dest nedin vîna min" berz kirin.

Di 7'ê Hezîrana 2012'an de di bin navê operasyona "KCK"ê de Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cüneyt Caniş, Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler, Şaredarê Bêgirê Mehmet Şirin Yildiz, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Endam û rêveberê BDP'ê û KCD'ê Derviş Polat, Şaredarê Artemêtê Abdulkerim Sayan, Serokê BDP'a Çardêranê Metin Adugit, Serokê BDP'a Erdîşê Veli Avci û Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî Halîs Çakir hatibûn binçavkirin û girtin. Şaredara Sixkê Nezahat Ergüneş, Hevseroka BDP'ê Mihriban Şah û Şaredarê Elbakê Hecer Sarihan jî serbest hatibûn berdan. Di rûniştina 22'ê Çile de Abdulkerim Sayan, Murat Durmaz serbest hatibûn berdan